Belema koçberan li Bodrumê binav bû

Hewlêr (Rûdaw) - Li peravên navçeya Bodrumê yê ser bi parêzgeha Mugla ya Tirkiyê belemeke din a koçberên neyasayî binav bû û di encam de koçberekî Sûrî canê xwe ji dest da û 10 koçberên din jî hatin rizgarkirin.

 

Medyayên Tirkiyê ragihandine, li devera Aspat a navçeya Bodrumê, keştiyeke bazirganiyê agahiyê dide Hêzên Parastina Peravê yên Tirkiyê ku belemek binav bûye û dengê hinek kesan di nav deryayê de tê.

 

Li ser vê yekê, Hêzên Parastina Peravan diçin cihê bûyerê û dibînin ku belemeke şikestî û koçberên neyasayî di nav deryayê de ne.

 

Di bûyerê de koçberekî Sûrî canê xwe ji dest daye û 12 koçber jî ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hatine rizgarkirin.

 

Li gorî medyayên Tirkiyê, hêzên Parastina Peravan ên wî welatî 4 koçberên Sûrî, 4 Filistînî û 2 Misrî rizgar kirine û termê koçberekî Sûrî jî di nav deryayê de dîtine.

 

Hat ragihandin ku 2 koçberên ne yasayî bo nexweşxaneyê û yên din jî bo Bendera Turgutreis hatine veguhestin.