Dayik û keç di asansorê de mirî hatibûn dîtin: Kujerê wan axivî

Hewlêr (Rûdaw) –  Li navçeya Salîhliyê ya Manîsaya Tirkiyeyê dayik û keçek di asansorê de hatibûn kuştin.

Atalay Yuksel (57) bi tewana kuştina wê dayik û keçê, li Enqereyê hat desteserkirin.

Atalay Yuksel di îfadeya xwe de diyar kir ku ew evîndarê Devrîm Guler bûye û xwestiye pêre têkilî deyne.

Bi gotina Atalay Yuksel piştre keça Devrim Gulerê ya bi navê Doga Etyemezê bi wê yekê dihese û êrişî wî kiriye.

Yuksel li xwe mikur hat ku wî destpêkê Doga Etyemezê bi têlê xeniqandiye û paşê jî dayika wê Devrîm hatiye malê ew jî bi heman rengî xeniqandiye.

Piştî ku dayîk û keç li malê kuştine her du xisitne asansorê.

Yuksel piştî bûyerê bi trenê diçe Îzmîrê û ji wir jî bi balafirê diçe Enqereyê.

Canezeyê dayik û keçê hatin definkirin

Merasîma cenazeyê Devrîm Guler û keça wê Doga Etyemezê li mizgefta Kocaçeşmeyê ya Salihliyê hat kirin.

Piştî merasîmê, cenaze li goristana Karaagaçê hatin defnkirin.