29 kes bi tohmata qaçaxçîtiya koçberan hatin girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 29 kes bi tohmeta qaçaxçîtiya koçberan hatin girtin.
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya îro li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê operasyonên ku hatine kirin agahî dan.
Li gorî daxuyaniya Alî Yerlîkaya, di operasyonên ku li 81 parêzgehan hatin lidarxistin de nasnameyên 434 hezar û 295 kesan li cihên giştî hatin kontrolkirin.
Di encama van operasyonan de, 29 kes bi tohmeta qaçaxçîtiya koçberan hatine girtin ku 9 ji wan biyanî ne.
Her wiha 687 koçber jî hatine desteserkirin û hêzên ewlehiyê ji bo ku wan bişînin welatên wan ew birine navendên vegerandinê.