Têkiliyên Amerîka û Îsraîl bi operasyonên gendelî û bertîlê li Tirkiyê

Hewlêr (Rûdaw) – Tê gotin, yek ji sedemên ku rêveberê banka Tirkiyê ya bi navê Halk Bankê di çarçoveya operasyona “gendelî û bertîlê” de hatiye girtin, acizbûna Amerîka û Îsraîlê ji wê bankê bûne çimkî “ne li gorî ambargoya li ser Îranê meşiyaye”.

Di nav operesiyonên ku polîsên Tirkiyê li 17 vê mehê de meşandine, rêveberê banka Halk Bankê Suleyman Aslan jî hat girtin.

Li gor rojnameyên Tirkiyê , sedema girtina Aslan ku Halk Bankê di serdema ambargoya li dijî Îranê de rênimayên wê ambargoyê bi cî neaniye, û bi bihayê şeş û nîv milyar dolar zêr veguheztiye komara Îranê û herweha karê pere şûşitinê jî kiriye.

Herweha rojnameyên Tirkiyê dibêjin, têkiliyên Tirkiyê yên enerjiyê bi Rûsiya û Îranê re ku wê Tirkiyê nîzîkî şêst milyar dolar jê sûd werbigire, û her dîsa wê petrola Iraq û Herêma Kurdistanê bi nîva bihayê wê bistîne û û pereyên wê dahatiyê dê li Halk Bankê kom bibe, ev hemû bûn sedema wê ku Amerîka û Îsraîl gellekî aciz bibin û piştgirya vê operesiyonê li dijî vê wê bankê bikin.

Par 47 parlamenterên Amerîka ew bank tometibar kirin ku, pêdiviyên ambargoyê bi cî neaniye, û jibilî van parlamenteran Wezîrê Xezîneya Amerîka û Wezîrê Derve yê wî welatî John Kerry nameyek ji hikûmeta Tirkiyê re rêkIrbûN û tê de gotibûn ku, li Tirkiyê Halk Bank li hemberê çûna petrol û gaza Îranê zêran vedguhêze û bazirganiyê li gel Îranê dike, û pêwîste hikûmet mudaxele bike û pêşiya çûna pereyan ji bo grûpên îslamiyên radîkal ji wê bankê bigirin, û “ji wan têkiliyên veşartî di navbera Tirkiyê û Îranê de jî em gellekî biguman in”.

Gellek siyasetmedarên tirk dibêjn, ji bo çi ev bann hatiye armanc kirin, ji ber ku ambargoya Amerîka li dijî Îranê xirab kiriye yan jî ji ber ku di navbera wê û lobiya cihû ya Amerîka de nakokiyên mezin hene.

Li gor ajansa Reutersê, ev bank li hemberê gaz û petrola Îranê zêran dide, û xwe kiriye navbeyikarekê berdêlên petrola Îranê him ji bo Tirkiyê him jî ji bo Hindistanê, û hemû pere di vê bankê de bi cî dibin, û tê gotin ku, hevjînê hunerdend Ebrû Gundeş, Riza Zerrab ku bazirganekî îranî ye û di vê operasiyonê de hatiye binçavkirin,, pereyên Îranê di vê bankê de dişûşt, û di gellek mijarên darayî de ew bûye navbeyinkar.

Lê hikûmeta AKPêê derbarê vê mjarê de daxuyanî dabûn ku, ew li hember petrola Îranê tenê madeyên xurekê û dermanan rêdikin Îranê, û tohmetê ku zêr û pere diçin Îranê jî qet ne rastin, û her tiştê ku hatiye standin yan jî dayîn bi Îranê re hatiye belgekirin.