Bayik: Emê ne bi tenê pirsgirêka kurdan çareser bikin
Navenda Nûçeyan- Hevserokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik got, “reşnivîsa çareseriyê” ya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, bo çareseriyê pêşniyar kirî dê ne bi tenê pirsgirêka kurdan çareser bike dê ji bo çareseriya pirsgirêka demokrasiya Tirkiyeyê jî bibe alîkar.
Cemîl Bayik ji rojnameya Evresnselê re ragihand ku wan reşnivîsa Ocalan qebul kiriye û wan biryara xwe bi rêya daxuyaniyekê ji raya giştî re diyar kirine û got, “Heger reşnivîs bê pesend kirin ku bi tenê ne pirsgirêka kurdan çareser bikin dê ji bo çareseriya pirsgirêka demokrasiya Tirkiyeyê jî bibe alîkar”
Bayik diyar kir ku Hikûmeta Tirkiyeyê heta niha derbarê pesendkirina reşnivîsê de ti agahî ne dane.
Hevserokê Rêveberiya KCK li ser nîqaşên çek danînê ji wiha got:
“Heta em li ser ‘reşnivîsa gotûbêjan’ hevdîtinan pêk neynin û gavên ku me dema wan diyar kir heta wê demê neyên avêtin emê dest ji çekan bernedin. Kîjan pirsgirêk hatiye çareserkirin ku heta em dest ji çekan berdin. Herwiha metirsiya DAIŞê jî li ser gelê kurd heye. Hemû cîhan vê yekê dibînin. Tirkiye piştevaniya DAIŞê dike. Emê di nav wan mercan de çawa çekan deynin?”