Rexneya Bakirhan a li MHPyê: Di 100 rûpelî de dibêjin Pirsgirêka Kurdan nîne

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, derbarê raporên AK Partî, CHP û MHPyê yên li ser Pirsgirêka Kurdan û pêvajoya çareseriyê çend peyam belav kirin.

Tuncer Bakirhan diyar kir ku planên wan hene biçin Sûriyeyê û bi aliyên cuda re bicivin.

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan şeva borî beşdarî bernameyeke zindî ya Îlke TVyê bû.

Bakirhan nirxandinek li ser raporên partiyên siyasî, pêşhatên pêvajoya çareseriyê û qonaxên xebatên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê kir.

Bakirhan di nirxandina xwe ya ji bo rapora AK Partiyê de ku pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê kiriye got:

"Ez girîngiyê didim vê raporê, ji ber ku cara yekem e AK Partî pêwendiyekê di navbera demokrasî û Pirsgirêka Kurdan de datîne.

Berê gotara wan tenê 'qedandina terorê' bû lê di vê raporê de hatiye gotin ku 'Pirsgirêka Kurdan tecrubeya Tirkiyeyê ya bi xwe re ye'.

Her çi qas rapor ne wekî ya ku em dixwazin be û hîn valahî tê de hebin jî ev tespîteke girîng e."

Tuncer Bakirhan rexneyên tund li helwesta MHP û CHPyê girtin û anî ziman:

"Ji wan 120 rûpelên ku MHPyê nivîsandine, di 100 rûpelî de dibêje Pirsgirêka Kurdan nîne!

Ev yek bi gotin û helwestên wêrek ên dawî yên Bahçelî re li hev nake."

"CHPyê Pirsgirêka Kurdan xistiye nav kîsekî"

Bakirhan derbarê CHPyê jî dilgiraniya xwe anî ziman û got:

"CHPyê Pirsgirêka Kurdan xistiye nav kîsekî pirsgirêkên cur bi cur.

Di 53 rûpelan de tenê yek-du rûpel ji bo Pirsgirêka Kurdan veqetandiye û pirsgirêkên teknîkî yên wekî îhaleyên giştî bi Pirsgirêka Kurdan re tevlihev kiriye.

Ev nîşana wê yekê ye ku bi cidî nêzîkî mijarê nabin."

Bakirhan ew îdiayên ku dibêjin pêvajo ji bo guhertina destûra bingehîn e red kirin û got:

"Di ti hevdîtinên me de, heta di hevdîtina bi birêz Ocalan re jî de mijara destûrê nehatiye axaftin.

Pêdiviya me bi destûreke demokratîk heye ku mafê welatiyê wekhev û zimanê dayîkê biparêze lê niha ev ne di serê lîsteya dan û standinan de ye."

"HSD ji bo Tirkiyeyê ne gef e"

Bakirhan di beşeke din a axaftina xwe de qala rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê kir û rexne li Hakan Fîdan girtin û da zanîn:

"Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji bo Tirkiyeyê ne gef in.

Planên me hene ku em biçin Sûriyeyê.

Em dixwazin hem bi hikûmeta Şamê re û hem jî bi birêvebiriya HSDyê û pêkhateyên cuda yên wekî Durzî û Elewiyan re bicivin."

Bakirhan di dawiyê de got:

"Pêwîst e Enqere li şûna gefan, li gel Kurdên Sûriyeyê diyalogê bike.

Eger fikarên Tirkiyeyê hebin, bila şandeyan bişîne û rasterast bi wan re biaxive.

Kurd tenê daxwaza mafên xwe yên demokratîk dikin û divê Tirkiye nebe asteng li pêşiya van mafan."