Li Balikesîrê droneke nenas ket

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Manyasê ya parêzgeha Balikesîrê ya Tirkiyeyê, droneke nenas li nava zeviyekê ket xwarê.

Bûyer li gundê Salurê qewimî. Cotkarên ku li zeviyên xwe dixebitîn dron dît û agahî da hêzên ewlehiyê.

Hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê û li herêmê tedbîrên ewlehiyê wergirtin.

Heta niha bi awayekî fermî nehatiye eşkerekirin ku ew dron a kîjan welatî ye lê ji bo lêkolînên teknîkî yên berfireh aliyên pêwendîdar ew şand Enqereyê.

Çavkaniyên Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku dîmenên derbarê drona ku ketiye xwarê kevn in.

Bûyerên mîna vê zêde bûne

Di rojên borî de jî li Tirkiyeyê bûyerên bi vî rengî çêbûbûn.

Herî dawî dph, li navçeya Îzmîtê ya Kocaeliyê droneke ya ji tîpa Orlan-10 ku berhema Rûsyayê bû ketibû xwarê.

Her wiha 15ê Kanûna Pêşîn a 2025an, li asmanê Enqereyê jî droneke nenas ji aliyê balafirên Tirkiyeyê ve hatibû xistin.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê wê demê ragihandibû ku dron li cihekî guncav hatiye xistin û derbarê vê mijarê hişyarî dabû Rûsya û Ukraynayê.