Ayhan Bilgen: Divê bi stratejiya Mîsakî Millî ligelhevbûna Kurd û Tirkan pêk bê
Hewlêr (Rûdaw) – Şaredarê berê yê Qersê Ayhan Bilgen ragihand ku divê bi stratejiyek nû ya Mîsakî Millî ligelhevbûna Kurd û Tirkan pêk bê.
Parlmenter berê yê HDPê û Şaredarê berê yê Qersê Ayhan Bilgen ku niha girtî ye û hikûemta Tirkiyê li cihê wî qeyûm daniye, têkildarî siyaseta partiya xwe, Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) de li ser twittera xwe hin nirxandin kirin.
Ayhan Bilgen ku ev çend car e partiya xwe rexne dike, dibêje divê HDP bilez nexşerêya xwe ya ji bo vegera konsepta partiya wek sîwan ji nîqaşan re veke.
Bilgen got: “Mijara girtina partiyan divê ji ber aliyê siyasî û hiquqî, aliyê civakî were nirxandin. Eger Tirkiye hevsengiya zextên derve û navxwe li ber çavan negire dê biteqe. Divê bi awayek bilez û bi stratejiyek nû ya Mîsakî Millî ligelhevbûna Kurd û Tirkan pêk bê.”
Bi gotina Bilgen eger li Tirkiyê “Bûyera 31ê Adarê” (serhildana li gor salnameya rûmî 31ê Adara 1325/ 13yê Nîsana 1909 a li Stenbolê dijî rêveberiya wê heyamê) baş bihata analîzkirin, “hewla darbeya 15ê Tîrmehê a wek wê nedibû”.
Bilgen herwiha got: “Divê rewşa li Mûsilê ku di destpêka Komarç de baş rêveberiya wê nehate kirin, li Kobanî dubare nebe. Mijara Kurdên derve bi qasî mijara Tirkên derve ji bo paşeroja Tirkiyê girîng e.”
Hevserokê Şaredariya Qersê yê berê Ayhan Bîlgen pêştir jî di peyamekê de ragihandibû ku li Tirkiyê pêwîstî bi raman û şêwazeke nû heye.
Bîlgen gotibû: “Li Tirkiyê pêwîstî bi raman û şêwazeke nû heye. Divê bingeha vê ya rewşenbîrî û civakî bê afirandin. Îhtimala vê ya veguhertina bo partiyeke siyasî, girêdayî eleqe û îmkanan e.”
Serokwekilê Fraksiyona HDPê Saruhan Oluç li ser gotinên Ayhan Bîlgen gotibû “Hêviya min ew e ramanên ku Ayhan Bilgen derdixe pêş piştgiriya desthilatê nekin.”