HEZKURDê rapora ‘Polîtîkayên Tirkiyê yên ji bo Kurdî’ pêşkêşî ÎYÎ Partiyê kir

Hewlêr (Rûdaw) - HEZKURDê rapora xwe derbarê zimanê Kurdî de piştî HUDA-PAR, Partiya DEVA, Partiya Pêşeroj û HDPê pêşkêşî ÎYÎ Partiyê jî kir.

Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) li ser zimanê Kurdî raporeke berfireh bi navê “Polîtîkayên Komara Tirkiyê yên ji bo zimanê Kurdî” amade kiribû.

HEZKURDê rapora xwe pêşkêşî Serokkomariya Tirkiyê, Parlamentoya Tirkiyê, Wezareta Navxwe û Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê û çend partiyên siyasî kirine.

Di rapora xwe de HEZKURD bal kişandine ser polîtîkayên ku ji destpêka avakirina komara Tirkiyê ve li dijî zimanê Kurdî tên meşandin û daxwaz kirine aliyên peywendîdar xwedî li wan mafên ku di warê ziman de dane derbikeve û çavdêriya wan bike.

Rapor destpêkê bi zimanê Tirkî hatiye nivîsîn û piştre jî bo zaravayên Zazakî û Kurmancî yên Kurdî û Ingilîzî hatiye wergerandin.

HEZKURD ji ÎYÎ Partiyê daxwaza piştevaniya hilbijartina dersa Kurdî kir.

Şandeya ku di serokatiya Koordînatorê HEZKURDê Fevzî Bulgan de roja borî serdana Navenda Giştî ya ÎYÎ Partiyê kir.

Bulgan di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Twitterê de dibêje: “Me rapora xwe ya bi navê “Polîtîkayên Komara Tirkiyê yên ji bo zimanê Kurdî” ku me wek HEZKURD amade kiribû ji bo pêşkêşî Serokatiya Giştî ya ÎYÎ Partiyê bikin me radestî birêz Salim Ensarîoglu kir. Em spasiya wî dikin ku bi awayekî ji dil û germ pêşwazî li me kir.”