Hevseroka ESPyê hat desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Hatîce Denîz Aktaş, Hevseroka Federasyona Komeleyên Ciwanan a Sosyalîst (SGDF) Berfîn Polat û Berdevka Meclîsên Jinên Sosyalîst (SKM) Tanya Kara û çend endamên ESPyê hatin desteserkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de îro hêzên ewlehiyê bi ser hinek malên endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan û Federasyona Komeleyên Ciwanan a Sosyalîst de girt.

Di operasyona hêzên ewlehiyê de tevî Hevseroka ESPyê Hatîce Deniz Aktaşê, Hevseroka SGDFyê Berfîn Polat û Berdevka SKMyê Tanya Kara û hinek endamên ESPyê hatin desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê kesên desteserkirî birin rêveberiya ewlehiyê.

Hat zanîn ku hevdîtina parêzeran û kesên desteserkirî hatiye qedexekirin.

“Bi çalakiyên kolanan bersivê bidin êrişan”

ESPyê li ser hesabê xwe yê Xê ragihand:

“Di çarçoveya lêpirsîna ku li Stenbolê hatiye destpikirin de, îro danê sibehê di serdegirtina malan de Hevseroka me Hatîce Deniz Aktaş û Berdevka me ya SKMyê Tanya Kara gelek endam û birêvebirên partiya me hatin desteserkirin.

Em bangî hemû raya giştî ya demokratîk dikin ku bi çalakiyên kolanan bersivê bidin van êrişên faşîzmê û piştgiriyê bidin rêhevalên me.”