Yilmaz Tunç: Ji ber daxistina alayê 14 kes hatin desteserkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç ragihand ku têkildarî bûyera daxistina alaya Tirkiyeyê ya li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê 14 kes hatine desteserkirin.
Li navçeya Nisêbînê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, komekê barîkatên polîsan derbas kiribû û alaya Tirkiyeyê ya li ser xeta sînorî daxistibû.
Li ser vê yekê Serdozgeriya Komarê lêpirsîn da destpêkirin.
"14 gumanbar hatin desteserkirin"
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç derbarê bûyerê de daxuyaniyek da û ragihand ku 14 gumanbar hatine desteserkirin.
Tunç di daxuyaniya xwe de got, "Têkildarî bûyerên doh, Serdozgeriyên me yên Komarê û di serî de ya Mêrdînê lêpirsînên edlî yên pêwîst dan destpêkirin.
Derbarê 390 kesan de karûbarên yasayî hatin kirin, derbarê 35 kesan de biryara girtinê hat dayîn û derbarê 50 kesan de jî biryara desteserkirinê hat derxistin."
Tunç her wiha di daxuyaniyê de îdia kir ku ji ber şerê navber HSD û Artêşa Ereban a Sûriyeyê de "Provokasyon tên kirin û danîşînên pêwîst berdewam dikin."
Tunç wiha pê de çû, “Bi taybetî têkildarî bûyera daxistina alayê 14 kes hatine desteserkirin û pêvajoya wan a desteserkirinê berdewam dike."
"Bê ceza namîne"
Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz jî bertek nîşanî bûyerê da û got:
"Êrişa li hemberî alayê, êrişa li hemberî 86 milyonan e. Lêpirsîna pêwîst a edlî û îdarî hatiye destpêkirin, ev yek bi ti awayî bê ceza namîne."
"Em qebûl nakin"
Li aliyê din Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê jî li ser mijarê daxuyaniyek da û nerazîbûn nîşanî bûyerê da.
Ayşegul Doganê got, "Bûyera daxistina alayê ya li sînorê Nisêbîn û Qamişloyê em ji kûr xemgîn kirine.
Pirsgirêka partiya me bi alayê re nîne. Em bêrêziya li hemberî alayê ku nirxê hevpar ê civakê ye qebûl nakin."