Erdogan li ser agirbesta HSD û Şamê axivî

Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan behsa êrişên Artêşa Ereban a Sûriyeyê kir û got,”Kurdên li Sûriyeyê birayên me yên canî ne.”

Recep Tayyîp Erdogan di civîna koma partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê de axivî.

Erdogan diyar kir ku ew piştgiriya dewleteke yekgirtî û serbixwe ya Sûriyeyê dikin û got,“Ji ber operasyonên wan ên serkeftî yên hefteya dawî, ez gelê Sûriyeyê yê bira pîroz dikim.”

Recep Tayyîp Erdogan behsa êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê kir û got:

“Li gel pêkhateya ku jê re HSD tê gotin di 10ê Adarê de mutabaqatek hate îmzekirin. HSDyê di nav dema ku ji bo tevlîbûnê hatibû diyarkirin de ti gaveke erênî neavêt.

Her wiha li wan axên ku dagir kirine zexta li ser sivîlan domand.

 Di meha Kanûna Pêşîn de di navbera HSD û birêvebiriya Şamê de ji dan û standinan ti encam nehate wergirtin.

Em di vê pêvajoyê de bi rêya saziyên xwe yên pêwendîdar bi hemû aliyan re axivîn.

Me hewl da ku krîz nebe şerekî germ. Di helwesta wê pêkhateya ku navê wê HSD ye de ti guherîn çênebû.

“Ez artêşa Sûriyeyê pîroz dikim”

Birêvebiriya Şamê bi şêwayekî gelekî mafdar operasyon pêk anîn.

Wekî Tirkiye, me parastina hebûna dewleteke yekgirtî ya Sûriyeyê ya ku yekparçeyiya axa wê parastî be bi xurtî parast.

Em wekî cîran, piştgiriya hewla dewlet û artêşa Sûriyeyê ya ji bo avakirina Sûriyeyeke serbixwe dikin ku tê de hemû nasnameyên etnîkî bi hev re bijîn.

Ez ji ber operasyonên wan ên serkeftî gelê Sûriyeyê pîroz dikim.”

Bûyerên li Nisêbînê: “Em dê teqez hesab bipirsin”

Serokkomarê Tirkiyeyê behsa aloziyên li Nisêbînê jî kir û wiha domand:

“Em ji rêkeftina agirbestê ya ku doh pêk hat gelekî kêfxweş in. Divê rêxistina terorê ya li bakurê Sûriyeyê çekan deyne û were tunekirin. Jixwe ne mimkin e rêxistin li wî cihê ku lê asê maye hebûna xwe bidomîne.

Bi wan mîlîtanên di temenê zaroktiyê de ku bi darê zorê birine bin çekan, mîna ku doh li sînorê Nisêbîn-Qamişloyê kir, êdî nikare encamekê bi dest bixe.

Em dê wan destên qirêj ên ku dirêjî ala me bûn peyda bikin û em dê teqez hesabê ji wan xayînan bipirsin.”

“Kurdên li Sûriyeyê birayên me yên canî ne”

Recep Tayyîp Erdogan behsa biratiya Kurd û Tirkan kir û wiha domand:

“Ez dixwazim bi taybetî vê bêjim: Kurdên li Sûriyeyê birayên me yên canî ne.

Em wekî birayên wan herî baş dizanin ku birayên me yên Kurd ên li Sûriyeyê di bin rejîma berê ya zalim de rastî çi zextan dihatin.

Hebûna wan nedihat naskirin, wekî hevwelatî nedihatin qebûlkirin. Heta nasname jî nedan wan.

Destûr nedan ku bi zimanê dayîka xwe biaxivin, çand û edetên xwe bijîn.

Dema ez serokwezîr bûm, ji sala 2008an û pê ve di hemû hevdîtinên xwe de min ev neheqî anîn zimên.

Me mafên birayên me yên Kurd ên li Sûriyeyê bi israr xistin rojevê.

Me di her derfetê de teqez kir ku divê mafên seretayî bidin Kurdan.

Dema ti kesî ev tişt nedigotin, me ev yek bi eşkereyî ji mixetabên xwe re digot.

Me piştgirî da penaberên Sûriyeyî. Bi destpêkirina şerê navxweyî yê sala 2011an re birayên me yên Kurd vê carê bi zexta rêxistinên terorê re rûbirû man.

Hikûmeta nû ya Sûriyeyê hembêza xwe ji bo Kurdên Sûriyeyê vekir û bi şêwayekî gelekî avaker tevgeriya.

Rêxistina terorê li şûna aramî û bextewariya Kurdan, mirin û kuştin tercîh kir.

Çavê me li axa ti welatî nîne, em midaxeleyî karên navxwe yên ti welatî nakin. Ji roja ewil ve em bipêşketinan kêlî bi kêlî dişopînin.”

“Ez bi Birêz Trump re axivîm”

“Doh min bi Serokê Amerîkayê Birêz Trump re hevdîtineke bikêr a bi telefonê pêk anî.

Me li ser gelek mijarên krîtîk bi hev re şêwir kir. Înşela bi bicihkirina rêkeftina doh re, ew axên di bin kontrola rêxistinê de ne dê azad bibin.”