Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê bi heyeta Kurdên Êzidî re civiya
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş li parlamentoyê pêşwaziya heyeteke Kurdên Êzidî kir.
Numan Kurtulmuş li Salona Civînan a Dîwana Serokatiya Parlamentoyê li gel Parlamenterê Êlihê yê AK Partiyê Ferhat Nasiroglu, Parlamenterê Çewlîgê yê AK Partiyê Zekî Korkutata û Şaredarê Midyadê Veysî Şahîn bi heyeta Êzidiyan re civiya.
Kurtulmuş diyar kir ku ew girîngiyê didin hewldanên ji bo çareserkirina daxwazên Êzidiyan û kêfxweşiya xwe ya ji bo mêhvankirina heyetê anî zimên.
“Cudahî dewlemendiya vê cografyayê ne”
Numan Kurtulmuş bal kişand ser pirrengiya etnîkî, mezhebî, bawerî û çandî ya Tirkiyeyê û destnîşan kir ku ev pirrengî dewlemendiyek e.
Kurtulmuş gotina Hezretî Elî ya dema Malik Bîn Eşder wekî waliyê Misirê dişîne gotiye bi bîr anî:
“Mirov du beş in; yan di afirandinê de hevtayê te ne yan jî di dîn de birayê te ne.”
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê diyar kir ku dema bi vê têgihiştinê li mijarê were mêzekirin, li ser cudahiyan zemîneke toleransê dikare were avakirin.
Kurtulmuş da zanîn ku bipêşketinên salên dawî yên li erdnîgariya Îslamê li dijî gelên herêmê ne û got:
“Îdeala Tirkiyeya bê teror, tevî hemû neyîniyan û kesên ku dixwazin vê pêvajoyê ber bi rêyeke xelet ve bibin jî li ser serkeftinê hûr bûye û dê bi serkeftinê bi encam bibe.”
Peyama li ser Şingalê
Numan Kurtulmuş komkujiya li dijî Kurdên Êzidî ya li Şingalê şermezar kir û wiha axivî:
“Komkujiya li Şingalê bi rêxistineke bi navê DAIŞê dan kirin. Paşê jî PYD/YPG derxistin pêşberî wê.
Navendên emperyalîzmê li pişt hemûyan hene. Li vê cografyayê dixwazin bi destê maşikan gelan berdin hev.”
Dosyaya daxwazan hat pêşkêşkirin
Kurtulmuş diyar kir ku ew dê li gel parlamenteran daxwazên Êzidiyên li Tirkiye û derveyî welat bişopînin û got:
“Wekî Serokatiya Parlamentoyê çi bikeve ser milê me em dê bikin.”
Serokê Komîteya Yekîtî û Piştgiriya Êzidiyan a Almanyayê Orhan Onat jî bal kişand ser girîngiya diyalogê û dosyaya ku daxwazên hevpar ên Êzidiyan li xwe digire pêşkêşî Numan Kurtulmuş kir.