Rapora Komîsyonê li ser malpera Parlamentoya Tirkiyeyê hat weşandin
Hewlêr (Rûdaw) - Rapora hevpar a Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê li ser malpera fermî ya Parlamentoya Tirkiyeyê hat weşandin.
Ev rapor di 21emîn civîna Komîsyonê de ku 18ê Sibatê hatibû kirin, hat qebûlkirin.
Rapor di çarçoveya pêvajoya aştiyê de di bin banê parlamentoyê de hatiye amadekirin.
Rapor ji 7 beşan pêk tê û ev sernav tê de cih digirin:
"Xebatên komîsyonê", "Armancên sereke yên komîsyonê", "Kokên dîrokî yên biratiya Tirk û Kurdan û hiqûqa biratiyê", "Xalên lihevkirinê yên kesên ku di komîsyonê de hatine guhdarîkirin", "Xwefesihkirin û çekdanîna PKKyê", "Pêşniyarên yasayî yên derbarê pêvajoyê de" û "Pêşniyarên derbarê demokratîkbûnê de."
Tekeziya li ser “Tirkiyeya demokratîk û pirreng”
Di encamnameya raporê de hat diyarkirin ku ji bo avakirina Tirkiyeyeke demokratîk û pirreng, "feraseta ku rastiyê paşguh neke, hestan înkar neke û siyaset cesareta çareseriyê nîşan bide" xwedî girîngiyeke jiyanî ye.
Di metnê de hat destnîşankirin ku Tirkiye dê li ser bingeha aştî, yekparçeyî, demokrasî û biratiyê xurt bibe.
Her wiha hat tekezkirin ku divê pêvajo li ser zemîneke ku pergala giştî diparêze, maf û azadiyan berfireh dike û rizaya civakî mezin dike bimeşe.
Di raporê de hat gotin ku "aqilê hevpar" ê ku ji xebatên komîsyonê û nêrînên pêşkêşkirî derketiye, li metnê hatiye zêdekirin.
Hat diyarkirin ku di qonaxa bê de şefafiyeta rêkarên îdarî û hiqûqî, berfirehiya gavên lihevkirina civakî û berdewamiya kontrola parlamentoyê dê diyarker bin.
Di raporê de hat destnîşankirin ku armanc ew e hedefa paşeroja hevpar bi rêya bipêşxistina herêmî, sererastkirina têkiliyên civakî û tengkirina senaryoyên cudaxwaziyê were misogerkirin.
DEM Partiyê dengê “Erê” da, şerha mixalefetê danî
Rapora hevpar bi piraniya engan hat qebûlkirin. Di dengdanê de 47 endaman dengê “qebûl”, 2 endaman “red” û endamekî jî dengê “bêalî” bi kar anî.
DEM Partiyê şerha mixalefetê danî ser raporê.
Hat diyarkirin ku li ser formula "Bila îtîrazên partiyê wekî pêveka raporê cih bigirin" li hev hatiye kirin û bi vî şertî dengê “erê” hatiye dayîn.
Endamê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Ahmet Şik û Endamê Partiya Kedê (EMEP) Îskender Bayhan dengê “red” da.
Endama Partiya Gel a Komarî (CHP) Turkan Elçiyê jî dengê “bêalî” bi kar anî.
Di dawiya raporê de cih ji pêşniyarên partiyên siyasî re jî hat veqetandin.
Çi bûbû?
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li Parlamentoya Tirkiyeyê hatibû avakirin, heta niha 21 civîn pêk anîne.
Komîsyonê di pêvajoyê de nûnerên partiyên siyasî, pispor û aliyên peywendîdar guhdarî kirin û nêrînên wan wergirtin.
Di civînan de bi taybetî mijarên wekî çarçoveya hiqûqî ya pêvajoyê, xwefesixkirina PKKyê û danîna çekan, gavên demokratîkbûnê, pêdiviya bi rêkarên yasayî, xurtkirina rizaya civakî û zemîna dîrokî ya têkiliyên Tirk û Kurdan hatin gotûbêjkirin.
Di civîna 21ê ya ku 18ê Sibatê hat kirin de metna hevpar a ku li gorî van nêrîn û pêşniyaran hatibû amadekirin, pêşkêşî dengdanê hat kirin û bi piraniya engan hat qebûlkirin.