Navenda Nûçeyan – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi zimanê Kurdî cejna Newrozê pîroz kir û ragihand: “Ez Cejna Newrozê ya ku tê wateya xwedîderketina paşeroj û pêşêroja me ya di nav yekîtî û bihevrebûnê de pîroz dikim.”
Recep Tayyip Erdogan li ser hesabê xwe yê twitterê bi zimanê Kurdî cejna Newrozê pîroz kir.
Erdogan peyama xwe de diyar kiriye: “Cejna Newrozê ku mizginiya hatina biharê dide me, ji bo me hemû cudahiyan ji holê radike. Ez Cejna Newrozê ya ku tê wateya xwedîderketina paşeroj û pêşêroja me ya di nav yekîtî û bihevrebûnê de pîroz dikim.”
Herwiha diyar kir: “Ez hêvîdar im ku cejna bereketê Newroz, ji bo miletê me yê ezîz dê xweşî û başiyê bîne û hemû hemwelatiyên xwe bi dilekî germ silav dikim.”
Cejna Newrozê ku mizginiya hatina biharê dide me, ji bo me hemû cudahiyan ji holê radike. Ez Cejna Newrozê ya ku tê wateya xwedîderketina paşeroj û pêşêroja me ya di nav yekîtî û bihevrebûnê de pîroz dikim. pic.twitter.com/MiNLbBEuNS
— Recep Tayyip Erdoğan (@RT_Erdogan) March 21, 2019
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse