“Qedexekirina internêtê Tirkiyê ji cîhanê dûrdixe”
Hewlêr (Rûdaw)- Cîgirê wezîrê derve yê Amerîka û berpirsê têkiliyên bi gelan re di wezaterê de, Doglas Frantz di vê hefteyê de hat Tirkiyê û civîneke çapemeniyê li Tirkiyê lidar xist,û tê de şiroveyên xwe derbarî rewşa Tirkiyê anîn ziman.
Frantz dibêje, qedexeyên li ser Înternetê, wek torên civakî yên Tiwitter, Youtuob, û Facebookê, û guvêşên li ser ragihandinê, Tirkiyê ji Yekîtiya Ewropa, Amerîka û Natoyê û cîhana pêşketî bi dûr dixe, û encamên wê jî bandore xwe li ser rewşa aboriya Tirkiyê û têkiliyên wê bi derve re dike.
Frantz radighîne ku, qedexeyên di sedsalên bîst û yekemîn de li ser Înternetê wek şewitandina pirtûkan di sedsalên navîn de ye, nabe ji bo tu gêzikekî ketiye nav dûşekê tu hemû dûşekê bişewtînî, kî tiştên li derveyî qanûnê li ser saydên înternetê û tora civakî belav kiriye, pêwîste ew di riya dadgehan de bê darezandin, lê nabe hemû malper bê girtin, û herkesê ku van torên civakî bikar tînin bên ceza kirin.
Doglas Frantz dest nîaşn kir ku, dema ku Li emrîka Edwerd Snowden nehêniyên dewletê derxistin holê û belav kirin, emerîka hemû ragihandinên ku naverokên ku wî belavkirina, weşand, ew ceza nekirin û negirtin,ji ber wê jî eger kesek li Tirkiyê heye serokomar û serokwezîr û rayedarên dewletê guhdar dike û sirên wan li çapemeniyê diweşîne, divê ew kes bên derxistin û bên ceza kirin, lê nabe di bin wê navê de înternet bên bilok kirin.
Cîgirê wezîrê derve yê Amerîka Doglas Frantz li ser têkiliyên Tirkiyê bi Emerîka re anî ziman ku, Tirkiyê yek ji dostên herî nîzîke ji welatê wî re, û temena têkiliyên herdu welatan zêdetirî 50 salî ye, û ew yek ji endamên girîng yê Natoyê ye, û di gelek mijaran de têkiliyên hevpar bi Amerîka re heye, berpirsiyartiya Tirkiyê û Amerîka di qeyrana Sûriyê de heye, û Tirkiyê roleke mezin di kêşeyên li Afganîstanê de dilîze, û dîsa bi Amerîka re di mijara tekoşîna bi terorîzmê re hevkarin, ji ber hindî ku demokrasî li Tirkiyê bi pêşbikeve ewqas wê aboriya Tirkiyê û cihê xwe ya siyasî li rojhilata navîn, asiya navîn û cîhanê de têkeve astekî pêşketî, ji ber wê em hêvî dikin ku Tirkiyê di mijarên azadiya fikr û raman û ragihandinê de gavên pêwîst bavêje, da ku cihê ku hwq kiriye bighînê ye.