Berdevkê HDPê: Em teslîm nabin

21-04-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayhan Bilgen derbarê rakirina parêzbendiya parlamenterên HDPê de got, “Em qet teslîm nabin.”

Berdevkê HDPê û parlamenterê Qersê Ayhan Bilgen ji Rûdawê re, derbarê rakirina parêzbendiya parlamenterên HDPê de ragihand, ev lîstikeke Hikûmeta Tirkiyê ye li hemberî Parlamentoya Tirkiyê derbeyeke.

Ahyan Bilgen, da zanîn ku ew amade ne hesaba her kirneke xwe bidin ger hikûmet jî amadeye wan ji parlamentoyê derxine.

Bilgen wiha got: “Em qet teslîm nabin bo wan kesên ku ji hilbijartinên 7ê Hezîrana borî de dixwazin HDPê bavêjin derveyî parlementoyê. Em dizanin ji mana me di parlementoyê de dilgiran in. Lê divê wê yekê jî bizanin ku gellek bijarde di destê me de hene. Lewma em bi acizî kar nakin. Gelê me çi ji me bixwaze emê wê bikin.”

Berdevkê HDPê herwiha amaje kir hewldan bo girtina wan û girtina serokên şaredariyan û endamên partiyên wan, derxistina xelkê ji bajarên û rêgirtin li pêşiya veşartina terman, hemû pêkve beşek in ji wê lîstika ku li dijî wan e. têne kirin û wiha domand:

“Lewma pêwîst e em bi hevre rûbirûyê wan bibin. Eger parlemanterên me bi zorê bavêjin, divê em hêza xwe tecrube bikin, ji ber ku em ne di dibistanê de ne ku me ji hundir derxin derve. Eger em qebûl bikin ku li ber çavê hemû cîhanê bên derxistin û encamên wê qebûl bikin, emê baca wê yekê bidin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst