Erdogan: Ez pêvajoya lêpirsîna êrişên li ser dibistanan dişopînim

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku ew bi berdewamî çavdêriya pêvajoya lêpirsîna êrişên li ser her du dibistanên Bakurê Kurdistanê dike.

Wî diyar kir ku di çarçoveya her du bûyeran de gelek kes hatine girtin.

Erdogan her wiha rexneyên tund li CHPyê girtin û daxuyaniyên wê wekî "bêberpirsiyarî" bi nav kirin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan doh, piştî civîna bi wezîrên kabîneya xwe re, zanyariyên dawî yên derbarê êrişên li ser her du dibistanên Bakurê Kurdistanê dan.

"Ez dê bişopînim"

Erdogan got, "Di êrişa Siwêregê de 8 kes hatin girtin. Her wiha di êrişa kirêt a Mereşê de, bavê êrişkar ê ku xwediyê çekan e hat girtin.

Ez jî wekî Serokkomar ji kêliya yekem ve bi hûrgilî çavdêriya pêvajoyê dikim û ez dê di qonaxên bê de jî li bişopînim."

Erdogan bersiv da CHPyê

Piştî van her du bûyeran, hinek aliyan rexneyên tund li hikûmeta Tirkiyeyê girtin û ew bi "xemsariyê" tohmetbar kirin.

Erdogan bersiva Partiya Gel a Komarî (CHP) da û got:

"Yekem tiştê ku di vê bûyerê de hat bîra partiya mixalefeta sereke, rexnekirina çalakiyên meha Remezanê bû.

Wekî ku ev yek fersendek be, daxuyaniyên bêberpirsiyar belav kirin."

Serokkomarê Tirkiyeyê ragihand ku di êrişa li navçeya Siwêregê ya Rihayê de 19 kes birîndar bûne û 14 ji wan piştî dermankirinê çûne malê.

Pêvajoya dermankirina du mamoste û sê xwendekaran berdewam dike û jiyana ti ji wan di metirsiyê de nîne.

Wî derbarê êrişa li ser dibistana Mereşê jî destnîşan kir ku 9 kesan canê xwe ji dest daye û 21 kes jî birîndar bûne.

15 ji wan birîndaran baş bûne. 3 kes di beşa lezgîn de ne û dermankirina 6 birîndarên din jî berdewam dike.