AK Partî û DEM Partî li ser guhertina yasayan civiyan

Hewlêr (Rûdaw) - AK Partiyê derbarê pakêta guhertina yasayên cezayê de dest bi hevdîtinên xwe yên bi partiyên siyasî re kir û civîna yekemîn bi DEM Partiyê re pêk anî.

Li gorî medyaya Tirkiyeyê, Serokê Koma AK Partiyê Abdullah Guler û Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Fethî Yildiz civiyane û rewşa dawî ya reşnivîsa guhertinên cezayan nîqaş kir.

Berpirsên AK Partiyê bi berpirsên DEM Partiyê re civiyan û DEM Partiyê nêrîn û xebatên xwe pêşkêş kir.

Tê çaverêkirin ku AK Partî di vê hefteyê de bi CHP, ÎYÎ Partî û Partiya Rêya Nû re jî bicive.

Piştî wê tê pêşbînîkirin ku AK Partî li gorî pêşniyarên hatine kirin ji nû ve sererastkirinekê bike û beriya Cejna Qurbanê pakêtê pêşkeşî Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê bike lê dê nîqaşên wê bimîne piştî cejnê.

Pakêta yasayên cezayan ku tê de serbestberdana kesên beriya 31ê Tîrmeha 2023an ketine girtîgehan, girtiyên nexweş û girtiyên temen mezin û rêziknameya sûcên dubare jî cih digire ji aliyê AK Partî û MHPyê re hatiye amadekirin.

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari 20ê Gulana 2025an di civîna koma partiya xwe de diyar kiribû ku divê akademîsyenên aştiyê vegerin karê xwe, qeyûm bên vekşandin, siyasetvanên girtî bên berdan û biryarên Dadgeha Mafên Mirova a Ewropayê bên bicihkirin.