TUÎK - Herî zêde li Riha, Şirnex û Mêrdînê zarok ji dayîk dibin
Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUÎK) ragihand ku rêjeya herî zêde ya jidayîkbûna zarokan li parêzgehên Riha, Şirnex û Mêrdînê yên Bakurê Kurdistanê ye.
Rêjeya herî kêm jî li parêzgehên Bartin, Îzmîr, Eskîşehîr û Enqereyê yên Tirkiyeyê ye.
Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUÎK), îro amarên jidayîkbûnê yên sala 2025an eşkere kirin.
Rêjeya jidayîkbûnê ya li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê roj bi roj kêmtir dibe.
Nifûs êdî nikare xwe nû bike û kêm dibe.
Rêjeya jidayîkbûnê ya ku sala 2001ê 2,38 bû, sala 2025an daketiye 1,42yan.
Nifûs roj bi roj kêm dibe
Dema rêjeya jidayîkbûnê ji 2,1ê dadikeve, nifûsa welatekî kêm dibe.
Her çi qasî bi giştî parêzgehên Bakurê Kurdistanê baştir bin û bi giştî nifûsa wan kêm nebe jî li ser asta Tirkiyeyê ev rêje daketiye 1,42yan.
Bi vî awayî nifûsa Tirkiyeyê roj bi roj kêm dibe.
Li gorî amaran sala 2025an li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê 895 hezar û 374 zarok bi saxî ji dayîk bûne.
Ji sedî 51,4ê zarokan kur û ji sedî 48,6ê wan jî keç bûne.
Rekora jidayîkbûnê li Bakurê Kurdistanê ye
Rêjeya herî zêde ya jidayîkbûnê li parêzgehên Riha, Şirnex û Mêrdînê ye.
Ev rêje li Rihayê 3,15 e, li Şirnexê 2,53 ye û li Mêrdînê jî 2,23 e.
Rêjeya herî kêm jî li parêzgehên Bartin, Îzmîr, Eskîşehîr, Enqere û Zonguldakê ye.
Li Bartinê rêje 1,09 e.
Li Îzmîrê 1,1 e û li Eskîşehîr, Enqere û Zonguldakê jî 1,11 e.
Li 76 parêzgehan rêjeya jidayîkbûnê daketiye bin 2,1ê ku ev asta kêmbûna nifûsê ye.
Li 5 parêzgehan rêje li ser 2,1ê ye û ew jî hemû parêzgehên Bakurê Kurdistanê ne.
Dayîkên herî ciwan li Rihayê ne
Her wiha dayîkên herî ciwan li parêzgehên Riha, Agirî û Mûşê yên Bakurê Kurdistanê ne.
Li Rihayê dayîk di temenê 24,4an de zarokên xwe yên yekem tînin dinyayê.
Li Agiriyê dayîk di temenê 24,7an de û li Mûşê jî di temenê 24,9an de zarokên xwe yên yekem tînin dinyayê.