Enqere (Rûdaw) - Di dema rewşa awerte de li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 6 ajansên nûçeyan, 18 televizyon, 22 radyo, 50 rojname û 20 kovar ku piraniya wan nêzîkî oposizyonê ne, hatine girtin.
Ev yek jî dibe cihê gazinên oposizyonê. Ew dibêjin êdî li Tirkiyê çapemeniyeke yekalî heye û tenê bangeşeya hikumetê tê kirin.
Peymanêrê Rûdawê li Enqere Şewket Herkî ji xelkê pirsî: “Nerîna we derbarê rewşa medyayê li Tirkiyê çiye? Medya dikare bi serbestî kar bike? Li gor nerîna we wekhevî derbarê dabeşkirina demê di navbera berbijêran de heye?”
Welatiyê bi navê Recep Sunar wiha bersiva pirsan da: “Belê her tiştî dibêjin. Dikarin her fikrekî bînin ziman û dikarin heqaretê jî li desthilatê bikin. Ez dibêjim her tişt vekirî ye. Zêdetir cih didin desthilatê. Desthilatê bi berfirehtir didin.”
Welatiyê bi navê Cemîl Yildirim diyar kir ku piraniya medya Tirkiyê alîgirê AK Partityê ye û got: “Rojnamevanên ku dixwazin bi azadî biaxivin niha di girtîgehan de ne. Bi dîtina min medyayeke alîgir heye. Dema ku mîtingên AKPê yan mîtinga birêz Recep Tayîp Erdogan hebe, serî heta dawiyê tê belav kirin, lê dema ku Muharrem Înce yan namzedên din bin, tenê çend kanalek mitingên wan bi temamî belav dikin.”
Welatî Halît Saricak jî wiha axifî: “Mixabin niha li welatê me çapemeniyeke azad nîne. Ji bilî çend kanalên din hemû alîgirên desthilatê ne. Mixabin wekhevî tine. Em dibînin ku zêdetir partiya desthilat tînin ser ekranan. Hemû kes vê yêkê dizane. Pir kêm demê didin oposizyonê. Lê di dema helbijartina ji bo ku wekhevî were parastin lazim e medya wekhev demê bide hemû aliyan.”
Xwendekar Enes Gundogan jî anî ziman ku ew dibîbe ku çapemenîyek azad tine ye û wiha domand: “Zext li ser çapemeniyê hene. RTUK ( Sezgeha Bilind a Radyo û Televizyonan) sansûrê dimeşîne. Xelk êdî berê xwe dide înternetê. Ji xwe serokên partiyan jî li ser vê meselê daxuyanî didin. Bi şiklekî aşkere di berjewendiya desthilatê de weşan tên kirin. Lê niha mixabin li Tirkiyê rewş wisa ye. Li TRTê Kupaya Cihanî heye lê di navberê da her tim reklama yêk partiyê tê kirin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse