Li Anatolyayê ji gundên Kurdan re av nîne

21-07-2020
RÛDAW
Gundê Malmasûyê tevî di nava du bendavan de ye pirsgirêka avê heye
Gundê Malmasûyê tevî di nava du bendavan de ye pirsgirêka avê heye
Nîşan Gundê Malmûsayê Anatolya Navîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Xelkê gundekî Kurdên Anatolyayê tevî ku gundê wan di navbera du bendavan de cih digire, lê ji ber nebûna avê nikare çandiyê bikin. Xelkê gund dibêjin ku eger ew gund ên Tirkan bûya, niha hikûmeta Tirkiyê pirsgirêka wan a avê çareser dikir.

Li navçeya Bala ya Enqerê gundê Kurdan ê bi navê Malmûsayê tevî ku di navbera du bendavan de ye, lê rûbirûyê nebûna pirsgirêka avê bûye.

Berpirsê Ofîsa Rûdawê li Enqerê Şevket Herkî ji bo şopandina pirsa avê serdana gundê Malmûsayê kir û da zanîn ku li Anatolyayê nêzîkî milyonek Kurd dijîn.

Şevket Herkî diyar kir ku li navçeya Balayê 17 gundên Kurdan hene û gundê Malmûsayê yek ji mezintirîn gund e li wê herêmê û nifûsa wî gundî hezar û 200 kes in.

Derbarê mijarê de nîştecihê Gundê Malmûsayê Osman Konukcu jî got: “Ev nêzîkî 15 sala av hatiye gundê me. Em di navbera du bendavan de ne lê ji bo çandiniyê ava me nîne. Ji ber ku em Kurd in avê nadim. Herin li van dorûberan binêrin tevahiya gundên Tirkan kesk in û ava wan hene û ew zevî û baxçeyên xwe av dikin.”

Bi gotina Osman Konukcu li deverê xizmetguzariya ji bo gundên Kurdan tê kirin a ji bo gundê Tirkan tê kirin gelek ji hev cudan e, hemû rêyên gundên wan ax e, lê rêyên gundên Tirkan hatine çêkirin.

Konukcu amaje kir ku ji heyama bav û papîrên wan ve dewletê soza çareserkirina pirsa avê daye, lê heta niha ti proje nehatine cîbicîkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst