Xwarina dawetê li 91 kesan bû jehr

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Kastamonuyê yê Tirkiyeyê 91 kesên ku xwarina dawetekê xwar bi jehrê ketin û ew rakirin nexweşxaneyê.

Li Kastamonuyê hinek ji vexwendiyên ku beşdarî dawetekê bûbûn, piştî xwarina ku li dawetê hatibû dayîn nexweş ketin.

Piştî bûyerê 91 kes bi ambulans û wesayîtên taybet rakirin nexweşxaneyê û hatin dermankirin.

Welatiyê bi navê Ufuk Turkmen ji rojnamegeran re got ku ew li navçeya Devrekaniyê dijî û ji bo beşdarbûna dawetê çûye navenda bajêr.

Turkmen diyar kir ku hevjîna wî nexweş ketiye û wiha axivî:

"Li dawetê xwarin dan me. Paşê her kesî ji ber dillihevketin, êşa zik û zikçûnê gilî kir. Ez bi xwe jî pê ketim."