Erdogan: Îmrali bi her awayî piştgiriyê dide pêvajoyê

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand, Îmraliyê (Abdullah Ocalan) her cure piştgirî da pêvajoyê û berdewam dike.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di dema vegera ji bakurê Qibrisê bersiva pirsên rojnamegeran da û derbarê pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurdan de axivî.

Erdogan got, “Em gavên xwe ji bo pêkanîna armanca `Tirkiyeya Bêteror` diavêjin. Bipêşveçûna ber bi vê armanca dawî ve berdewam dike. Ji bo ku provokasyon bandorê li pêvajoyê nekin, em gelekî baldar in.

Em li hemberî hemû kiryarên sabotajê û hêmanên ku dê armanca me ya `Tirkiyeya Bêteror` asteng bikin, di hişyariyeke bilind de ne.”

Erdogan diyar kir ku pêvajoya çekdanînê dest pê kiriye û hevkarên wan ên pêwendîdar vê pêvajoyê dişopînin.

Erdogan behsa xebatên avakirina komîsyona pêvajoya çareseriyê ya li Parlamentoya Tirkiyeyê kir û got:

"Bi qasî ku ez dizanim, hevdîtinên derbarê komîsyonê de gihîştine qonaxa dawî.

Di demeke nêzîk de hûn dê bipêşketinên li parlamentoyê bibînin. Em bi biryar in ku siberojeke bêteror ava bikin.

Em pir baş dizanin ka ji bo gihîştina armanca xwe çi bikin, çawa bikin û em dê li kû derê bigihîjinê.

Bûyerên ku li herêma me diqewimin careke din nîşan didin ku pêngavên em davêjin çiqas rast in.

Niha, Îmraliyê derbarê vê mijarê de her cure piştgirî daye û dide. Ev alî, pir pir girîng e."

Di pêşhatên dawî de helwesta Serokkomarê Sûriyeyê Şer, li gorî min, lihevkirineke neyînî ya di navbera wan de ji holê rakiriye. Em bi biryar in, em ê Ehmed Şer li Sûriyeyê bi tenê nehêlin.”

Erdogan pirseke li ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî bersivand û got:

"Rewşa YPGyê dibe ku her demê bi her awayî biguhere. Her wiha girîng e ku ev nêzîkatî dê ji aliyê HSDyê ve ku berdewamiya wan e, bandoreke çawa bike."