Devlet Bahçelî: Kurd jî û Elewî jî yên me ne

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperwer (MHP) Devlet Bahçelî pêşniyar kir ku ji bo ku Tirkiye bigihîje armanca "Tirkiyeya bêteror", dibe ku yek ji du alîkarên Serokkomarê Tirkiyeyê Kurd û yê din jî Elewî be.

Devlet Bahçelî derbarê mijarên di rojevê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir û diyar kir ku ew li dijî her cure cudakarî, cudaxwazî û dabeşbûna li ser bingeha etnîkî û mezhebî ne.

Serokê Giştî yê MHPyê anî zimên ku di sedsala nû de bi pêkhatina "Tirkiyeya bêteror" re dê hewesa kesên ku xewna dabeşbûna li ser bingeha etnîkî û mezhebî dibînin di gewriya wan de bimîne.

Devlet Bahçelî tekez kir ku ew ji bo çareserkirina pirsgirêkan xwedî nêrînên xurt in û got:

"Di heyameke ku 'Tirkiyeya bêteror' gav bi gav bi pêş ve diçe, li hemberî ferzkirinên li ser bingeha etnîkî û mezhebî yên ku Tirkiyeya me diwestînin, diherimînin, enerjiya wê didizin û dibin sedema lêçûnên giran ên civakî û aborî, hatiye nirxandin ku dibe yek ji du alîkarên serokkomar Elewî û yê din jî Kurd be."

"Pêşniyara me bi Libnanê re neyê miqayesekirin"

Bahçelî rexne li wan kesan girt ku ev pêşniyara wî wekî "modela Libnanê" bi nav dikin û got:

"Ev pêşniyara fikrî û siyasî bi Libnanê re girêdan, berovajîkirin û bi qestî ji rêderxistina ramaneke samîmî ye.

Hêza ti kesî têrê nake û ti kes newêre Tirkiyeyê bike wekî avaniya tevlihev û kaotîk a Libnanê yan welatekî din ê bi heman rengî.

Hewldana reşkirin û terorîzekirina pêşniyareke ku li ser bingeha dîrok û çandê hatiye parvekirin, ji aliyê siyasetmedarên bohem û buhranî yên ku bêriya şevên Beyrûtê dikin keysparêziyeke hejar e."

Bahçelî anî zimên ku Partiya Gel a Komarî (CHP) bi dehên salan Elewî wekî amûreke siyasetê bi kar anîne û li ser Kurdan jî lîstik hatine lîstin lê her du civak jî neketine van "xefkan."

"Em bi hev re miletê Tirk in"

Bahçelî tekezî li ser yekîtiya Tirkiyeyê kir û wiha pê de çû:

"Komara Tirkiyeyê dewleteke hiqûqî ye. Koka wî, mezhebê wî, herêma wî û zimanê dayîka wî çi dibe bila bibe, her kesê ku bi xala welatîbûnê bi Komara Tirkiyeyê ve girêdayî ye, li hemberî hiqûqê yek û wekîhev e.

Di heman demê de endamên bi rûmet ên gelê Tirk in. Ti kes ji kesî ne cuda ye û ne xwedî îmtiyaz e.

Partiya Tevgera Neteweperwer û Hevpeymaniya Cumhur dê rê nedin ku li ser bingeha etnîkî û mezhebî erdhejek pêk were.

Elewî jî yên me ne, Kurd jî yên me ne. Mizgeft jî ya me ye, Cemxane jî ya me ye.

Em hemû bi hev re miletê Tirk in. Em yek in, bi hev re ne, bira ne û malbateke pir mezin in."