Endamên DEM Partiyê li ser civînên Komîsyonê daxuyaniyek belav kir
Hewlêr (Rûdaw) - Endamên Komîsyona Parlamentoya Tirkiyeyê yên DEM Partiyê ragihand ku di her du civînên dawî de diyar bûye ku barê pêşerojê (rabirdû) barekî giran e.
Endamên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê Komîsyona Parlamentoya Tirkiyeyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Meral Daniş Beştaş, Hakki Saruhan Oluç, Celal Firat û Cengîz Çîçek derbarê 2 civînên dawî yên ku 19 û 20ê Tebaxê pêk hatin daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
"Em hest bi giraniya vî barî dikin"
Di daxuyaniyê de tê gotin, “Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê civînên xwe yên çaremîn û pêncemîn temam kirin.
Du rojan kes û sazî ji aliyê partiyên siyasî yên di komîsyonê de tên temsîlkirin ve li ser bingeha lihevkirina hevpar hatin guhdarîkirin.
Em spasiya hemû kes, kom û saziyan dikin ku êş û gazinên xwe bi awayekî vekirî parve kirin, her wiha kesên ku rexne, nerîn û pêşniyarên xwe li ser navê partiya me anîn ziman.
Di axaftinên hatin kirin de em dikarin bibêjin ku di serî de pirsgirêka Kurdan di warê jidestdana can, wêneyê bandorên civakî, siyasî û aborî yên wan salan hatiye kişandin.
Her çîrok, her serpêhatî, her çavdêrî û pêşniyar parçeyên ku ev wêne temam kirine.
Ji bo kes û saziyên ku hest û pêşniyarên xwe yên di komîsyonê de ji nerînên pir cuda yên siyasî û komên civakî anîn ziman, tevî ku mafdarî, bingeh û pênaseyên wan cuda jî bûn, ji bo pêvajoya heyî û daxwazên xwe yên ji bo serketina wê ragihandin, gelekî hêja bû.
Bê guman haya me ji cudahiyên navbera perspektîv û pêşniyaran heye.
Lê belê em jî pê dihesin ku piştgiriya kes û saziyên em guhdarî dikin, ji aliyê dîrokî ve erkek li ser saziya siyasetê sepandiye.
Li hemberî têgihiştinên ku di nava êşan de hiyerarşiyê ava dikin û li dijî hev rikdariyê dikin, em dixwazin careke din rola siyasetê ya di çareserkirina pirsgirêkên civakî de bibîr bixin.
Axaftinên ku me di nav du rojan de guhdarî kirin, careke din giraniya pêşerojê ango dema borî anî bîra me.
Em hest bi giraniya vî barî dikin û biryardariya xwe ya ji bo nîşandana her hewldaneke gengaz di dema xebatên komîsyonê de destnîşan dikin ku em vî barî li ser milê nifşên li pişt xwe nahêlin.
Di vê çarçoveyê de em dê dijî hemû hewldanên têkdana xebatên komîsyonê yên bi derew û provokasyonên derve, astengkirina gavên ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsa Kurd bên avêtin û li dijî têkdana rewatiya pêvajoyê bi biryar helwêsta xwe berdewam bikin.”