Li Kutahyayê erd hejiya

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sîmavê ya parêzgeha Kutahyaya Tirkiyeyê nîvê şevê erdhejeke bi hêza 4,2 pileyan çêbû.

Serokatiya Birêvebiriya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) daxuyaniyek belav kir.

Li gorî agahiyên li ser malpera Serokatiya Birêvebiriya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD), erdhej saet 02:16an rû daye û navenda wê navçeya Sîmavê bûye.

AFADê diyar kir ku kûrahiya erdhejê 9,49 kîlometre bûye.