Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Rîze, Trabzon, Artvîn û Giresûnê yên Tirkiyeyê ji ber barana gur lehî rabû û bû sedema zerera madî.
Li navçeya Borçkayê ya Artvînê doh ava çem rabû û pireke dîrokî ya sê derî hilweşiya.
Her wiha li navçeya Çamlihemşinê ya Rîzeyê jî piştî barana zêde ax herifî û rê hat girtin.
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku dê barîna baranê bidome.
Yerlîkaya da zanîn ku divê li herêma Deryaya Reş tedbîrên pêwîst werin wergirtin.
Li gorî daxuyaniya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê, dê sibe jî baran bibare û sazî hatine hişyarkirin ku li hemberî egera rabûna lehiyê tedbîran wergirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse