Şandina çekan û çûyîna Pêşmerge bo Kobanî di medyaya tirkî de

21-10-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mijarên şandina alîkariyên leşkerî bo Kobanî û çûyîna hêzên Pêşmerge bo Kobanî bi mebesta piştevaniya şervanên kurd dengek mezin li medyaya Tirkiyeyê de veda.

Piraniya rojname û malperên tirkî îro mijarên şandina alîkariyên leşkerî û çûyîna Pêşmerge bo Kobanî kirin manşêt.

Rojnameya Akşamê wiha li mijarê nihêriye: Piştî ku Amerîka çek da PYDê Enqereyê jî rê da hêzên Pêşmerge ku derbasî Kobanî bibin. Di nûçeya Akşamê de wiha hatiye gotin: “Kobanî ku bûye meydana şerê DAIŞ û PYDê, mîna şatrancê lê hatiye. Piştî ku Amerîka ragihand bi PYDê re rasterast rûniştine, Obama bi telefonê digel Erdogan axivî û jê re got ku Amerîka dê çekan bişîne. Di vê çarçoveyê de balafirên Amerîka duh danê sibê bi paraşûtan ji hêzên PYDê re çek avêtin. Paşê Wezîrê Derve Mevlû Çavûşoglu got, destûr hatiye dayîn Pêşmerge li ser Tirkiyeyê re derbasî Kobanî bibin…”

Rojnameya Milliyetê jî mijara çûyîna Pêşmerge bo Kobanî bi manşêta “Korîdora Pêşmerge” ji xwendevanên xwe re ragihandiye. Di nûçeyê de wiha hatiye gotin: “Tenê hêzên Pêşmerge dê li ser Tirkiyeyê re derbas bibin. Ev yek dê di bin kontrola artêşê de û bi rêya deriyên sînorî re were kirin. Hêzên taybet ên tirk ên ku li Bakurê Iraqê (Başûrê Kurdistanê) ne dê di destnîşankirina wan Pêşmergeyan de rol bilîzin, dê nehêlin PKKyî derbas bibin. Amerîka bi rêya asmanî û Tirkiye jî dê bi rêya kamyonan alîkariya Kobanî bikin.”

Rojnameya Haberturkê jî bi manşêta “Ji Kobanî re 14 ton çek” nûçe ragihandiye. Di nûçeyê de wiha hatiye gotin: “Amerîk ji bo Kobanî 14 ton çek û 13 ton alîkariyên din şand. Obama bi telefonê Erdogan ji vê yekê agahdar kir.”

Rojnameyên din mîna Hurriyet, Sabah, Taraf, Turkiye, Bugun, Cumhuriyet, Zaman, Ozgur Gundem, Star, Vatan û Yenî Şafakê jî di manşêtên xwe de behsa şandina çekan û çûyîna Pêşmerge bo Kobanî kirine.






Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst