Lêpirsîna Can Holdingê: 11 kesên din hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Di çarçoveya lêpirsîna li dijî Can Holdingê de 11 kesên din hatin girtin.

Lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Kuçukçekmeceyê ya Stenbolê bi tohmetên wekî “damezirandina rêxistina tawanan”, “qaçaxçîtî”, “sextekarî” û “spîkirina pereyan” li dijî Can Holdingê hatibû destpêkirin didome.

17ê mehê di operasyonên li 4 bajaran de 25 kes hatibûn desteserkirin, di nav wan de karsaz Arafat Bîngol, rektorê berê yê Zanîngeha Bîlgiyê Remzî Sanver û Betul Can jî hebûn.

Kesên desteserkirî 20 mehê sewqî dadgehê hatibûn kirin.

Ji wan 11 kes bi tohmeta “endamtiya rêxistina tawanan û spîkirina pereyan” hatin girtin.

Rektorê berê yê Zanîngeha Bîlgiyê Remzî Sanver û Kenan Tekdag jî di nav girtiyan de ne.

Her wiha 14 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Beriya niha jî di heman lêpirsînê de Birêvebirê Can Holdingê Kemal Can jî di nav de 5 kes hatibûn girtin.