Bahçelî: Îmraliyê soza xwe bi cih anî, divê PKK çekan bişewitîne
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî ragihand ku "PKK hatiye fesixkirin û Îmraliyê soza xwe bi cih aniye."
Bahçelî got, "Niha dor hatiye ku hemû pêkhateyên rêxistinê çekên xwe bişewitînin."
Devlet Bahçelî îro di civîna koma partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê de axivî û behsa pêşhatên dawî yên pêvaya çareseriyê kir.
"Li dijî pêvajoyê komplo di dewrê de ye"
Bahçelî diyar kir ku ji bo têkbirina komployê "mekanîzmayek" di dewrê de ye û wiha domand:
"Dewleta Tirkiyeyê bi welat û miletê xwe re yekpare ye. Armanca me ya 'Tirkiyeya Bêteror' parastina vê yekparebûnê ye.
Ragihandina Îmraliyê ya ku dibêje dewleteke neteweyî ya cuda, federasyon û xweserî nîne û rêxistina terorê bêwate bûye, daxuyaniyeke gelekî girîng e.
Niha dor hatiye ku hemû pêkhateyên rêxistinê çekên xwe bişewitînin.
Gotinên ku dest didin ser hestên miletê Tirk, ji bo têkbirina atmosfera aştiyê ne."
"Lêgerîna li xweseriyê ber bi kendalê ve diçe"
Bahçelî hişyarî da ku ew dê ti hewldanên ji bo parvekirina desthilatê qebûl nekin û got: "Dewleta me diyar e; ew jî Komara Tirkiyeyê ye.
Hevparê dewletê, otorîteya hevpar û lêgerîna li xweseriyê, lêgerînên bêkontrol in ku dawiya wan ber bi kendalê ve diçe.
Di avakirina Komara Tirkiyeyê de birayên min ên Kurd roleke bingehîn lîstine û di salên paş de teqez nehatine jibîrkirin."
Banga li KKTCyê: Tevlî Tirkiyeyê bibin
Devlet Bahçelî li ser hilbijartinên li Komara Tirk a Bakurê Qibrisê (KKTC) jî axivî û li ser hilbijartina Tufan Erhurmanê ku federasyonê diparêze, nerazîbûna xwe nîşan da.
Bahçelî got, "Qibris Tirk e, welatê resen ê Tirkan e" û got,"Divê Parlamentoya KKTCyê bi lez bicive û biryara tevlîbûna Komara Tirkiyeyê bide.
Piştî 81ê Duzceyê, êdî bûye mijara man û nemanê ku 82 bibe KKTC. Em li Qibrisê dinêrin û welat dibînin."
Binpêkirina agirbestê ya li Xezeyê
Bahçelî her wiha behsa agirbesta di navbera Îsraîl û Hemasê ya li Xezeyê kir û got ku Îsraîl "çekeke siyonîst e ku li dijî aştiya cîhanê hatiye bikaranîn."
Serokê MHPyê wiha berdewam kir: "Biryara agirbesta demkî hîn negihiştiye asteke mayînde û binpêkirinên agirbestê yên ji aliyê Îsraîlê ve dest pê kirine.
Her çi qasî diyar be ku bawerî bi Îsraîlê nabe jî, daxwaza me ew e ku agirbesteke mayînde were pêkanîn."
#GRAFÎK - Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî:
— RudawKurdi (@RudawKurdi) October 21, 2025
💬Îmraliyê soza xwe bi cih anî, divê PKK çekan bişewitîne pic.twitter.com/XH3tH2LpmF