Bi tifingê kurê xwe kuşt û hevjîna xwe jî bi giranî birîndar kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tîreyê ya parêzgeha Îzmîrê, kesekî bi tifinga nêçîrê kurê xwe kuşt û hevjîna xwe jî bi giranî birîndar kir.

Bûyer derengiya şeva borî li taxa Dallikê navçeya Tîreyê ya parêzgeha Îzmîrê qewimî.

Di navbera Ş.K.yê 55 salî, kurê wî Aşkin K.yê 28 salî û hevjîna wî G.Ş.ya 50 salî de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.

Piştî ku nîqaş zêde bû, Ş.K. bi tifinga nêçîrê gule li kurê xwe û hevjîna xwe reşandin.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê diyar kir ku Aşkin K. miriye û G.Ş. jî bi giranî birîndar bûye.

Tîman G.Ş. bir Nexweşxaneya Dewletê ya Tîreyê û hat ragihandin ku rewşa wê giran e.

Cendirmeyan ji bo girtina Ş.K. dest bi operasyonekê kir.