CHP dê dengê 'Na' bide tezkereyên Îraq û Sûriyeyê
Enqere (Rûdaw) - Partiya Gel a Komarî (CHP) biryar da ku dengê “Na” bide tezkereyên ku dema erkê leşkerên Tirkiyeyê ya li Îraq û Sûriyeyê (Başûr û Rojavayê Kurdistanê) sê salên din dirêj dikin.
Komcivîna Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê îro bi serokatiya Alîkarê Serokê Parlamentoyê Celal Adan hat kirin.
Di civînê de tezkereyên Serokkomariyê yên derbarê dirêjkirina dema erkê artêşa Tirkiyeyê yê li Îraq û Sûriyeyê ji bo sê salên din hatin gotûbêjkirin.
Her wiha tezkereya Serokomariyê ya derbarê dirêjkirina dema erkê leşkerên Tirkiyeyê yên li Libnanê ji bo du salên din jî hat gotûbêjkirin.
Li Tirkiyeyê ji Çiriya Pêşîn a 2024an ve pêvajoyeke ji bo çareseriya pisgirêka Kurdan dest pê kiriye lê Erdogan roja pêncşemê, tezkereya ku destûra operasyonên derveyî sînor ên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê sê salên din dirêj dikin, şandibû parlamentoyê.
Di tezkereyê de wekî hincet hatibû gotin ku li herêmên cîranê sînorên bejayî yên başûrê Tirkiyeyê "gefa terorê berdewam dike" û "aramiya mayînde hîn jî nehatiye dabînkirin" û bi van hincetan hatibû xwestin ku tezkere sê salên din bê dirêjkirin.
Destûra şandina leşkeran cara yekem bi biryara parlamentoyê 2yê Çiriya Pêşîn a 2014an hatibû dayîn û herî dawî jî 17ê Çiriya Pêşîn a 2023yan hatibû dirêjkirin.
Eger tezkereya nû li parlamentoyê bê qebûlkirin, destûra Artêşa Tirkiyeyê ya ji bo pêkanîna operasyonan li van herêman dê heta dawiya sala 2028an berdewam bike.