Xal û xwarzê bi kêran çûn hev
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Turgutluyê ya Manîsayê di pevçûnekê de xal û xwarziyê wî hev birîndar kir.
Di navbera Serkan B. û xwarziyê wî Mert D. de li mala wan a li Kolana Elmasê ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.
Piştî ku nîqaş mezin bû, Serkan B. ji depê sînga xwe bi kêrê birîndar bû û xwarziyê wî Mert D. jî ji serê xwe birîndar bû.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Turgutluyê.