Li Çanakkaleyê qezayeke giran: 5 mirî, birîndarek

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Lapsekiyê ya parêzgeha Çanakkaleyê, du otomobîlan li hev xist û 5 kes mirin, kesek jî birîndar bû.

Li ser rêya Lapsekî-Çanakkaleyê otomobîla bi plakaya 35 APD 325 û otomobîla bi plakaya 17 LP 800 li hev da.

Li ser agahdarkirinê gelek tîmên tenduristiyê û tîmên agirvemirandinê sewqî cihê qezayê hatin kirin.

Tîman ew kesên ku di otomobîlan de asê mabûn derxistin.

5 kes mirin

Di qezayê de 5 kesên ku di otomobîlan de bûn mirin.

Kesê birîndar piştî midaxeleya destpêkê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Lapsekiyê.

Termên miriyan piştî lêkolîna dozgerê nobedar veguhastin meytxaneya nexweşxaneyê.