Wezîrê Perwerdeyê ji bo dersa Kurdî rexne li DEM Partiyê girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Yusuf Tekîn bangî parlamenterên DEM Partiyê kir û got, "Eger hûn dixwazin em mamosteyên Kirmanckî û Kurmancî tayîn bikin, divê hûn ji bo ku zarok van dersan hilbijêrin bixebitin."
Li Parlamentoya Tirkiyeyê nîqaş û dengdana li ser budçeya 2026an didomin.
Di dema dengdana li ser budçeyê de parlamenterên DEM Partiyê nerazîbûn nîşanî betalkirina konsera Koma Amedê ya li Stenbolê da.
Parlamenteran desthilat bi dijminatiya Kurdî tohmetbar kir.
Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyeyê Yusuf Tekîn jî bersiva nerazîbûnan da.
Tekîn ragihand ku haya wî ji betalkirina konserê nîne lê wî destnîşan kir ku desthilata AK Partiyê rê li ber fêrbûna zaravayên Kurmancî û Kirmanckî vekiriye û mamosteyên Kurdî tayîn kirine.
Yusuf Tekîn bangî parlamenterên DEM Partiyê kir û got:
"Eger hûn dixwazin em mamosteyên zêdetir tayîn bikin, divê hûn ji bo ku zarok dersên Kurmancî û Kirmanckî hilbijêrin li herêmê bixebitin."
Tekîn da zanîn ku li gorî daxwaza dersên bijarde niha hejmara mamosteyên Kurmancî û Kirmanckî bes e.
Wezîr diyar kir ku dema daxwaz zêde bibe ew dikarin mamosteyên zêdetir tayîn bikin.
Yusuf Tekîn her wiha anî ziman:
"Niha di bin banê Wezareta Perwerdeya Neteweyî de, me ev yek pêkan kir ku dema were xwestin welatiyên me dikarin nêzîkî 30 zarave û zimanên zindî hilbijêrin û fêr bibin, Kurdî, Kurmancî û Zazakî jî di nav de.
Niha ev pêkan e. Her wiha me ji bo fêrkirina dersên Kurdî mamoste jî tayîn kirin û em li ser tayînkirinê berdewam in.
Derbarê pirsa ku me çend mamoste tayîn kirine, ez dixwazim vê yekê bînim ziman.
Ez dixwazim li vê derê bangeke wiha li parlamenterên me yên hêja bikim.
Eger hûn dixwazin em ji bo fêrkirina dersên Kirmanckî û Kurmancî mamosteyan tayîn bikin, divê hûn li herêmê ji bo ku zarok van dersan hilbijêrin bixebitin."