Li gorî DEM Partiyê kî li pişt dijberên pêvajoyê ye?
Hewlêr (Rûdaw) - Gulistan Kiliç Koçyîgîtê got, "Li pişt van dijberên pêvajoyê mihrakên dewletê yên li derveyî norman hene, ev yek eşkere û zelal e."
Wekîla Serokê Koma Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît li Parlamentoya Tirkiyeyê axivî.
Gulistan Kiliç Koçyîgît di dema hevdîtinên budceyê yên li Parlamentoya Tirkiyeyê de li ser raporê axivî ku partiya wê di çarçoveya pêvajoyê de amade kiriye û bersiv da rexneyan.
Gulistanê diyar kir ku tiştên li ser rapora DEM Partiyê tên gotin rastiyê nîşan nadin û wiha got:
"Rapor fêhm nekirine, ez ne piştrast im ku xwendine jî. Niha hewl didin ku berevajî bikin û têgihîştineke şaş ava bikin.
Rapora me ji wan gotinên ku me heta îro gotine pêk tê, nexşerêyekê dihewîne û bi gotin û hevokên li ser çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurdan tije ye."
"Mihrakên dewletê yên li derveyî norman hene"
Gulistanê destnîşan kir ku ew ji bo aştiyê têdikoşin û wiha pê de çû:
"Em di vî welatî de dibêjin bila kes nemire, ciwan nekevin bin axê, aştî çêbibe, gelên Kurd û Tirk wekhev, azad bi hev re di welatekî hevpar de bijîn.
Em ji bo vê siyasetê dikin, têdikoşin lê em dibînin ku dijberên pêvajoyê hene ku dixwazin rê li ber aştiya Kurd û Tirkan bigirin.
Gelo ma ne hewce ye mirov binêre bê kî li pişt van dijberên pêvajoyê ye?
Bi ya me hewce ye mirov binêre! Werin em eşkere û zelal bibêjin: Li pişt van dijberên pêvajoyê mihrakên dewletê yên li derveyî norman hene, ev yek eşkere û zelal e.
Eşkere û zelal e ku rêxistinên îstixbaratê yên hinek hêzên navneteweyî yên li herêmê hene. Eşkere û zelal e ku yên tim dixebitin hene da ku Kurd nebin xwedî maf."
"Em dê ji bo aştiyê bixebitin"
Gulistanê di dawiya axaftina xwe de got ku ew dê li hemberî van hêzan serî netewînin û biland, “Kurd dê bibin welatiyên wekhev û azad ên vî welatî."