Sersal nêzik dibe, çavê geştyaran li otelên Stenbolê ye
Stenbol (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê piştî mirina 4 endamên Malbata Bocekan a li otêleke Stenbolê, çavê her kesî li ser rewşa otêl û xwaringehan e.
Piştî bûyera ku di encama "bêtevdîrî û xemsariyê" de rû da, tirs kete dilê geştyaran û daxwaza zêdekirina kontrolan tê kirin.
Malbata Bocekan ku ji Almanyayê ji bo betlaneyê hatibû Tirkiyeyê, meha çiriya paşîn li otêleke navçeya Fatihê ya Stenbolê bi hejrê ketibû û her 4 endamên malbatê canê xwe ji dest dabû.
Di encama lêkolînan de derketibû holê ku li otêla malbat lê dima xemsariyên giran hatine kirin.
Firmaya ku otêl derman kiribû bêyî destûr û sertîfîka kar kiriye û otêl qet nehatiye kontrolkirin.
Bihayê otêlan û rewşa herêmên geştyarî
Herêmên Aksaray û Laleliyê yên Stenbolê wekî navendên geştyarî tên naskirin û hejmareke zêde ya otêlan li van deveran heye.
Mayîna şevekê li otêlên vê herêmê li gorî cih, stêrk û kalîteya xizmetê di navbera 40-50 dolar û 100-120 dolaran de diguhere.
Otêl girêdayî Wezareta Çand û Geştyariyê ne û ruxsetên xwe ji wir werdigirin.
Lê belê birêvebiriyên bajêr ên tenduristiyê, birêvebiriyên kontrolkirina xurekê û tîmên şaredariyan jî berpirsyarên kontrol û pişkinînan in.
"Gelek otêlan bê konrol kar dikir"
Berpirsê otêleke li Stenbolê Metin Eren diyar kir ku bûyera Malbata Bocekan bandoreke mezin li ser sektorê kiriye û got:
"Bûyera Malbata Bocekan, bi rastî jî bandor li otêlan kir. Me dibihîst ku gelek otêl bêyî tevdîr û kontrol kar dikir.
Piştî wê bûyerê kontrol hatin zêdekirin. Di warê belge û sertîfîkayan de ti kêmasiya me nîne, em naxwazin hebe jî.
Niha agahiyên hemû otêlan êdî li ser înternetê bi awayekî online cih digirin, her kes dikare lê binere û li gorî wê biryara xwe bide."
Geştyar li paqijî û ewlehiyê digerin
Piraniya geştyar û mêvanên otêlan, li gorî biha, puan û şîroveyên li ser Googleyê otêlên xwe hildibijêrin.
Ew beriya her tiştî dixwazin otêl ewle, paqij û aram bin da ku bêhna xwe vedin.
Geştyarê ji Cezayîrê Omer Hecî nêrîna xwe wiha anî zimên:
"Em ji Cezayîrê bo betlaneyê hatin Tirkiyeyê. Me otêla xwe li gorî nêzîkbûna deverên dîrokî hilbijart. Helbet krîtera me ya sereke paqijî bû."
Dermankirina şaş dibe sedema mirinê
Li gorî rêkaran, di têketina otêlan de divê belge û sertîfîkayên fermî li ber çavan bin da ku her kes karibe kontrol bike.
Pispor didin zanîn ku divê dermankirina otêlan li gorî demsalê mehê carekê ji aliyê firmayên xwedî sertîfîka û pispor ve bê kirin.
Dermankirina şaş û sexte ya li otêlan dibe sedema bijehrêketin û karesatan.
Xebatkarê otêleke li Stenbolê Yakup Tur got, "Ji ber wê bûyerê mirov gelekî ditirsin" û wiha pê de çû:
"Jixwe em karê xwe li gorî tevdîr û rênûmayên sertîfîkaya turîzmê dikin.
Em bi rêkûpêk her meh otêlê derman dikin. Otêl jî tê pişkinîn. Eger her kes wezîfeya xwe pêk bîne dê ti pirsgirêk dernekeve."
Li Stenbolê bi fermî derdora 3 hezar otêl, pansiyon û mêvanxane hene û kapasîteya wan digihîje 250 hezar kesî.
Lê rexneya herî zêde ew e ku tesîsên geştyarî, otêl û xwaringeh ji aliyên saziyên fermî ve baş nayên kontrolkirin û cezayên pêwîst nayên dayîn.