Wezareta Navxwe ya Tirkiyê serlêdana Partiya Însan û Azadiyê qebûl nake

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Navxwe serlêdana Partiya Însan û Azadiyê qebûl nake û Serokê Partiya Însan û Azadiyê Mehmet Kamaç jî ji Rûdawê re dibêje: “Wezareta Navxwe karê xwe yê yasayî pêk nayîne û damezirandina partiyekê bi awayekê bêhiqûqî qebûl nake.”

Serokê Partiya Însan û Azadiyê Mehmet Kamaç ew 10 roj in li paytexta Tirkiyê Enqerê ye û ji bo ku Partiya Însan û Azadiyê bi fermî damzirînin, di nava hewldanan de ye.

Lê bi gotina wî, Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bi tu awayekî bersivek fermî nade wan û rê nade ku ew derbasî hundirê avahiya wezaretê jî bibin.

Mehmet Kamaç diyar kir, ji bo ku pirsgirêka li hemberî xwe bînin ziman wan serdana çend partiyan kirine û got “ev meseleya ku li dijî partiya PÎAyê tê meşandin, ne tenê meseleya partiya PÎAyê ye, ev mesele hemû partî û rêxistinan eleqedar dike.”

Serokê Partiya Însan û Azadiyê destnîşan kir, ku di çarçoveya serdanên xwe yên bo partiyan de, wan serdana partiyên wek DEVA, Pêşeroj, Saadet û HDPê jî kiriye û tekez kir, “di bernameya me de heye ku em CHP, AK Partî û ÎYÎ Partiyê jî ziyaret bikin.”

Kamaç diyar kir, ew bi biryar in ku bigihin encameke fermî û got, divê Wezareta Navxwe bi fermî ji me re sedemên qebûlnekirina serlêdana me diyar bike. Kamaç herwiha ragihand: “Ev mijareke giring e, rêxistenek an jî partiyek di destpêkê de mafê xwe yê hiqûqî û yasayî neparêze, di pêşerojê de nikare mafê civakê û mirovan biparêze.”

Serokê Partiya Însan û Azadiyê dibêje, sê bijarde li ber destê wan hene, ya yekem ew dê hewldanên xwe li gel Wezareta Navxwe ji bo bi fermî damezrandina partiyê bidomînin, ya duyem em daxwaza piştgiriyê ji partiyên dijbereyê û civakê dikin û ya sêyem ev e ku bi rêyên hiqûqî lêpirsînê li ser mijarê bidin destpêkirin.