Atalay: MÎTê li 2 hezar û 473 kesan guhdar kiriye

22-02-2014
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Beşîr Atalay ragihand ku heta niha û li gor biryarên dadgehê, rêxistina îstixabarata Tirkiyê (MÎT) Ii 2 hezar û 473 kesan guhdar kiriye.

Atalay di axaftina xwe ya li Parlamentoya Tirkiyê de derbarê qanûna MÎTê de got, “Piştî 30 salî cara yekeme ku êdî karên MÎTê bi qanûnan tê zelalkirin”.

Beşîr Atalay destnîşan kir ku ev 30 salin kes nizane MÎT çi dike û çi nake, û li ser kîjan qanûnan dimeşe û got, “Lê di vê pakêtê de dê hemû kar û erkên wê û sînorên wê bêne diyarkirin”.

Hat ragihandin ku serokê MÎTê Hakan Fîdan di gotûbêjên li ser qanûna MÎTê de amade nebûye, lê cîgirekî wî amede bû, û ji aliyê hikûmetê ve jî cîgirê serokwezîr Beşîr Atalay tevlî wê civînê bû.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst