Îbrahîm Tatlises bû namzed

Navenda Nûçeyan- Hunermendê navdar ê kurd, Îbrahîm Tatlises biryara xwe da û bû namzed bo hilbijartinên 7ê Hezîranê yên Tirkiyê.

Berpirsê Rêxistinên Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) li bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê Zeynelabidîn Beyazgul di daxuyaniyekê de ragihand ku, “Îbrahîm Tatlises bi fermî xwe li ser partiya me namzed kiriye bo hilbijartinên Parlamentoya Tirkiyeyê.”

Tatlises di hilbijartinên sala 2011an de xwest ku xwe namzed bike li ser AK Partiyê lê rewşa wî ya tendirustiyê ne baş bû û xwe namzed nekir.