Tuncer Bakirhan: Divê êdî Enqere tiliyan li Kurdan nehejîne
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler ragihand ku ji bo serkeftina mayînde divê PKK û hemû şaxên wê yekser çekan deynin.
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî bersiv da û got, “Divê êdî Enqere tiliya xwe li Kurdan nehejîne.”
Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler li bajarê Bayburtê di bernameya fitarê de bi malbatên leşkerên ku di şer de hatine kuştin û birîndar bûne re civiya.
Guler di axaftina xwe de behsa pêvajoya çareseriyê kir û peyam da Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD).
“Sekna dewleta me zelal e”
Yaşar Guler diyar kir ku têkoşîna wan a bi “terorê” re didome û got:
“Di vê rewşa kaotîk a em tê de, nehiştina bi temamî ya terorê ne tenê meseleyeke ewlehiyê ye, di heman demê de berpirsyariyeke dîrokî ye.
Serkeftinên di têkoşîna li dijî terorê de rêwîtiya 'Tirkiyeyeke bêteror' kiriye armanceke rasteqînetir.
Serkeftina mayînde ya vê pêvajoyê jî bi demildest radestkirina çekan a rêxistina terorê û bi hemû şaxên xwe ve bêyî kêmasî pêbendbûna wê ya bi peymanan ve girêdayî ye.
Di vê mijarê de sekna dewleta me zelal e û ti guman tê de nîne.”
“Divê êdî dijayetiya Kurdan deynin aliyekî”
Gotinên Yaşar Guler li eniya DEM Partiyê rastî bertekê hatin.
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê di civîna bi gel re bersiva Wezîrê Parastinê da.
Bakirhan xwest ku berpirsên hikûmetê li gorî ruhê pêvajoyê tevbigerin û dest ji zimanê gefan berdin.
Tuncer Bakirhan wiha axivî:
“Wezîrê Parastinê derdikeve û zimanekî wiha bi kar tîne ku ne li gorî vê pêvajoyê û wî wêneyî ye ku li Munîhê derketiye.
Cîhan Mezlûm Ebdî nas dike, ew hîn jî dibêje terorîst. Ji bo Xwedê tu li kû derê dijî?
Divê êdî vê dijayetiya Kurdan deynin aliyekî.
Ez dixwazim bangî Birêz Serokkomar jî bikim bila êdî Enqere dest ji tilîhejandina li Kurdan berde.
Li şûna ku tiliya xwe li Kurdan bihejîne bila wan wekî bira bibîne û dan û standinan li gel wan bike.”
Rapora Komîsyonê û rakirina qeyûman
Li aliyê din, Parlamentoya Tirkiyeyê êvara roja înê rapora hevbeş a Komîsyonê li ser malpera xwe ya fermî belav kir.
Di raporê de pêşniyarên wekî derxistina yasayeke taybet ji bo çekdanîna gerîlayên PKKyê, nehesibandina çalakiyên dûrî tundiyê wekî 'sûcê terorê', pêbendbûna bi biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destûra Bingehîn û nehiştina sîstema qeyûman cih digirin.
Li gorî gotina Serokê Parlamentoyê, piştî Remazanê ew pêşniyaryasa tên rojeva Parlamentoyê û bi vê yekê re jî êdî gavên yasayî yên pêvajoyê dest pê dikin.