Stenbol îro Newroza xwe pîroz dike

Hewlêr (Rûdaw) - Li Stenbolê kelecana Newrozê di demên zû yên sibehê de dest pê kir.

Welatiyên Kurd ên li Stenbolê guh neda baranê û herikîn qada Newrozê.

Cejna Newrozê ya îsal bi dirûşma “Newroza Azadî û Demokrasiyê” tê pîrozkirin.

Ji bo pîrozbahiyê gelek welatî ji cihên cuda yên bajêr ber bi qada Newrozê ve bi rê ketin.

Ketina qadê ji yek deriyekî ye

Welatî ji aliyê metroya Aksarayê, Marmaray û Samatyayê ve hatin qadê.

Her wiha ketina qadê tenê di deriyekî re pêk tê.

Bernameya Newrozê

Newroza Stenbolê dê di navbera saet 11:00 û 18:00an de bê lidarxistin.

Destpêkê dê bernameya kemençeyê hebe û piştre komîteya amadekar dê axaftinekê bike.

Paşê Hevserokên Stenbolê yên DEM Partiyê Arîfe Çinar û Çinar Altan dê derkevin ser dikê.

Di pîrozbahiyê de dê li ser navê Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê jî daxuyaniyek were dayîn.

Serokê Giştî yê Federasyona Yekitiyên Elewiyan a Almanyayê Huseyîn Mat jî yek ji beşdarên bernameyê ye.

Dayîkên Aştiyê dê agir pêxin

Agirê Newrozê dê ji aliyê Dayîkên Aştiyê ve were pêxistin.

Hunermend Suavî dê di pîrozbahiyê de derkeve ser dikê.

Piştî wî, dê Çetîn Arkaş, Sebahat Tuncel, Tulay Hatîmogullari û Meral Daniş Beştaş axaftinan bikin.

Di dawiya bernameyê de jî Koma Amed dê derkeve ser dikê û pîrozbahî dê bi dawî bibin.