KURD-KAVê li Stenbolê Newroz pîroz kir

Hewlêr (Rûdaw) - Weqfa Lêkolîn û Çanda Kurdî (KURD-KAV) li Stenbolê ahenga Newrozê li dar xist.

Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk û Serokê Giştî yê HAK-PARê Duzgun Kaplan bi malbatên xwe ve beşdarî ahengê bûn.

Her wiha gelek siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd jî di şevê de amade bûn.

Pîrozbahî bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir.

 Serokê KURD-KAVê Mehmet Celal Baykara di axaftina destpêkê de qala xebatên weqfa xwe kir.

Banga 'tifaqa neteweyî'

Piştî Baykara, Mustafa Ozçelîk û Duzgun Kaplan axivîn.

Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk bal kişand ser girîngiya yekrêzî û tifaqa neteweyî ya li her çar parçeyên Kurdistanê.

Ozçelîk piştgiriya xwe ji bo Hevpeymaniya 6 Partiyên Rojhilatê Kurdistanê û biryarên Konferansa Qamişloyê nîşan da.

Wî her wiha hêvî kir ku li Başûrê Kurdistanê hikûmeteke yekgirtî bê avakirin û hêza Pêşmerge bibe yek.

"Bila tifaqa xwe ava bikin"

Ozçelîk bangî partiyên Bakurê Kurdistanê kir ku li dijî siyaseta Tirkiyeyê ya "yek dewlet, yek milet" tifaqa xwe ya neteweyî ava bikin.

Wî diyar kir ku PWK ji bo vê tifaqê amade ye her berpirsyariyê bi cih bîne.

Pişt re Serokê Giştî yê HAK-PARê Duzgun Kaplan jî nêrînên xwe yên li ser pirsgirêka Kurdan anîn zimên.

Xelatên çîrokan hatin dayîn

Di bernameyê de, xelatên pêşbirka çîrokan a KURD-KAVê ku bi Kurmancî û Kirmanckî/Zazakî hatibû lidarxistin, pêşkêşî serkeftiyan hatin kirin.

Şeva pîrozbahiyê piştî nîşandana sînevîzyona dîroka KURD-KAVê, bi stran û govendê bi dawî bû.