Navenda Nûçeyan - Li gor daneyên sala 2014ê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nifûsa zarokan 22 milyon û 838 hezar û 482 ye.
Lijneya Îstatîstikê ya Tirkiyeyê (TUÎK) daneyên sala 2014an ên der barê zarokan de eşkere kir.
Li gorî daneyên par nifûsa Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê 77 milyon û 695 hezar û 904 bû. Di nav hejmara nifûsa giştî de nifûsa zarokan 22 milyon û 838 hezar û 482 ye. Li gor daneyan ji sedî 29,4ê nifûsa Tirkiyeyê ji zarokan pêk tê.
Nîvê nifûsa Şirnex û Rihayê ji zarokan pêk tê.
Li gor rêjeya bajêran jî di sala 2014ê de nifûsa zarokan a herî zêde ji sedî 47,8ê li Şirnex û Rihayê heye. Piştî Şirnex û Rihayê ji sedî 45,7ê Agirî û ji sedî 45,2yê Sêrt tê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse