Nîvê nifûsa kurdan zarok in

 

Navenda Nûçeyan - Li gor daneyên sala 2014ê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nifûsa zarokan  22 milyon û 838 hezar û 482 ye.

 

Lijneya Îstatîstikê ya Tirkiyeyê (TUÎK) daneyên sala 2014an ên der barê zarokan de eşkere kir.

 

Li gorî daneyên par nifûsa Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê 77 milyon û 695 hezar û 904 bû. Di nav hejmara nifûsa giştî de nifûsa zarokan 22 milyon û 838 hezar û 482 ye. Li gor daneyan ji sedî 29,4ê nifûsa Tirkiyeyê ji zarokan pêk tê.   

 

Nîvê nifûsa Şirnex û Rihayê ji zarokan pêk tê.

 

Li gor rêjeya bajêran jî di sala 2014ê de nifûsa zarokan a herî zêde ji sedî 47,8ê li Şirnex û Rihayê heye. Piştî Şirnex û Rihayê  ji sedî 45,7ê Agirî û ji sedî 45,2yê Sêrt tê.