Li Enqereyê helîkoptereke leşkerî ket xwarê
Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku li Enqereya paytexta wî welatî, helîkoptereke leşkerî ya barhilgir a bi tîpa CH-47 ket xwarê.
Li gorî daxuyaniya wezaretê, helîkopter a Fermandariya Balafirvaniyê ya Hêzên Bejavî ye.
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê derbarê mijarê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Di daxuyaniya wezaretê de ev agahî hatin dayîn:
“Helîkoptereke me ya barhilgir a giran a CH-47 a Fermandariya Balafirvaniyê ya Hêzên Bejavî, dema ku li herêma Temelliyê ya Enqereyê firîna perwerdeyê dikir ji ber sedemeke hîn nediyar qeza kir.
Di bûyerê de ti zerereke canî çênebûye.
Sedema qezayê dê piştî lêkolînên hûrgilî yên li cihê bûyerê were diyarkirin.”