Manîsa (Rûdaw) – Endamên meclisa Dayikê Aştiyê ya bajarê Îzmîrê yê Tirkiyê çûn şîna dayîk û jinên navçeya Somayê ya Manîsayê yên ku di bûyera kanzaya komirê de kur û hevjîn û mirovên xwe ji dest dabûn.
Li gorî DÎHAyê, Dayikên Aştiyê ku piranî ji dayîk û jinên kurd ên Bakûrê Kurdistanê pêk tê, îro çûn navçeya Somayê ya Manîsayê û serdana jin û dayîkên ku hevjîn, kur û mirovên xwe di bûyera şewata kanzaya komirê de ji dest dabûn.
Dayikên Aştiyê hevxemiya xwe ji wan jin û dayîkan re nîşan dan û sersaxî ji wan re xwestin.
Jina bi navê Asli Yildirim ku di bûyera Somayê de hevjînê xwe yê bi navê Îlkay Yildirim ji dest dabû, li hember daxuyaniyên rayedarên dewletê li ser bûyera kanzaya komirê nerazîbûn nîşan da û got, wisa diaxifin tu dibêjî qey henekê xwe bi miriyên me dikin. Êşa me mezin e.
Piştî sersaxiyê, dayika aştiyê ya bi navê Behiye Yalçin, diyar kir ku Xudê vê êşê êdî nîşanî ti kesî nede. Êşa we êşa me ye. Rengê hêsirên dayîkan tine.
Şanda Dayikên Aştiyê çûn şîna mala Ridvan Koçan ê ku di bûyera Somayê de jiyana xwe ji dest dabû û xelkê Qosera Mêrdînê bû, û sersaxî dan bavê wî.
Di bûyera kanzaya Manîsayê de herî kêm 301 karker mirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse