Kongreya AK Partiyê bi rêve diçe

22-05-2016
RÛDAW
Nîşan Kongreya AK Partî Enqere Serokwezîr Tirkiyê
A+ A-

Enqere (Rûdaw) –Duyemîn Kongreya Derasayî ya AK Partiyê li Enqereyê bi rêve diçe û Wezîrê Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê Binali Yildirim weke namzetê serokatiya giştî yê  AK Partiyê partiyê û Serokwezîriya Tirkiyê hat destnîşankirin.

 

Biryare îro roja yekşemê Duyemîn Kongreya Derasayî ya Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) li bajarê  Enqerê li salona Arena bi amadebûna nêzîkî 50 hezar kesan, bi dirûşma "berdewamî bo meşame ya pîroz" bê li darxistin.

 

Nûçegihanê Rûdawê li Enqerê Şevket Herkî ragihand ku li gora daxuyaniyên AK Partiyê, dê nêzîkî 50 hezar kes, tevlî kongreyê bibin û rojeva herî girîng ya kongreyê jî hilbijartina serokê giştî yê AK Partiyê ye.

 

Peyamnêrê me bal kişand ser wê yekê ku ew kongre wê ji bo kursiyê serokatiya AK Partiyê bê rikaber be, ji ber ku tenê berbijêrek ji bo kursiyê serokatiya wê partiyê heye ew jî Wezîrê Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê Binali Yildirim e.

 

Herwiha biryare di kongreyê de Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu jî gotarekê pêşkêş bike.

 

Şevket Herkî ew yek jî eşkere kir ku AK Partî dixwaze bi riya kongreyê diyar bike ku partiya wan yekrêz e û ti krîzên navxweyî û nakokî di nava wan de nînin.

 

Peyamnêrê me got, ji bilî welatê Misrê, Bangladêş, Rûsya, Îsraîl, Sûriyê, nûnerên hemû welatên biyanî li Tirkiyê ji bo kongreyê hatine vexwendin.

 

Ji bilî partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî hemû partiyên din yên Tirkiyê tevlî kongreyê dibin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst