Ciwanên li Kadikoyê hatibûn desteserkirin bo dagehê hatin şandin

22-05-2023
RÛDAW
Nîşan Stenbol Kadikoy HDP Kurd Ciwanên Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê ciwanan ku ji ber rageşiya di navbera wan û polîsan de hatibû desteserkirin bo dadgehê hatin şandin.

Li ser medyaya civakî hin dîmen hatine weşandin ku li navçeya Kadikoy a Stenbolê di navbera hejmarek ciwanên Kurd û polîsan de alozî derketiye.

Di dîmenan de tê dîtin ku ciwan piştî hatine desteserkirin ji pişt ve hatine kelemçekirin û li ser devî li erdê hatine dirêjkirin û polîs sirûda mehterê bi wan dide guhdarkirin.

Ciwanên ku li Qereqola Îskele ya Kadikoyê dihatin ragirtin, ji bo dozgerî îfadeya wan bigire bo Edliyeya Anadoluyê ya li Kartalê hatine veguhestin.  

Kadir Gulşen, Bariş Gulşen, Seyithan Gulşen, Îdris Akpinar û Cahit Kurt ên li dozgeriyê îfade dane bi îdiaya “Li dijî polîsan li ber xwe dane” tên tohmetbarkirin. Her 5 ciwan piştî îfadeyên dozgeriyê bi daxwaza girtinê birin dadgehê..

Baroya Amedê têkildarî bûyera Kadikoy a Stenbolê ku hejmarek polîs, hejmarek ciwan destê wan li kelepçe kirine û Marşa Mehter bi wan didin guhdarîkirin, di bin navê “Îşkence sûcê mirovahiyê ye” daxuyanî da. Herwiha li ser heman mijarê HDP jî daxwaz dike ku dijminatiya li beramber Kurdan û Mûzîka Kurdî rawestînin û ciwanên desteserkirî bilez serbest bên berdan.

“Îşkence sûcê mirovahiyê ye”

Derbarê bûyerê de, Baroya Amedê  di bin navê “Îşkence sûcê mirovahiyê ye” daxuyanî da.

Di daxuyaniya xwe de Baroya Amedê dibêje: “Ji nûçe û naveroka videoyên hatine belavkirin; em dibînin ku li perava Moda ya navçeya Kadikoya Stenbolê, kesên ku tê îdiakirin di navbera wan û polîsan de rageşî çêbûye, ji piştî ve destê wan hatiye kelebçekirin û li erdê hatine dirêjkirin û sirûd Mehterê li wan hatiye guhdarkirin.

Bi peyman û belgeyên navneteweyî yên ku Tirkiye îmze kirine, di hiqûqa navxweyî de îşkence hatiye pênasekirin û bi temamî hatiye qedexekirin. Li Tirkiyê di dozên binpêkirinên endamên hêzên ewlehiyê de ji ber ku tawanbar bê ceza dimîne ew dibe sedema binpêkirinên mafê mirovan ên dijwar.

Em daxwaz dikin ku ji aliyê darêzgeriyê ve bi lêkolîneke bi bandor û bi lez li hember kiryarên îşkence, nemirovî û xerab tawanbar bên cezakirin û em ji raya giştî re radigihînin ku em dê pêvajoya qanûnî bişopînin.”

“Ciwanên ku rastî îşkenceyê hatine azad bikin”

Derbarê bûyerê de, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da.

HDP daxwaz dike ku dijminatiya li beramber Kurdan û Mûzîka Kurdî rawestînin û ciwanên desteserkirî bilez serbest bên berdan.

Di daxuyaniya xwe de HDP wiha dibêje: “Divê ciwanên Kurd ên ku li Kadîkoyê bi hinceta li peravê muzîka Kurdî lê xistine û dîlan kirine, rastî mudaxeleya polîsan û îşkenceyê hatine, demildest serbest bên berdan. Dijminatiya we ya li hember Kurdan û faşîzma we dê bibe dawiya we. Em dê nehêlin ev zîhniyet biserbikeve!”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst